Çîroka Xiyanet û Cangoriyê: Guevara, Karîm û Barzanî
Çîroka Xiyanet û Cangoriyê: Guevara, Karîm û Barzanî
Sê çîrokên dîrokî, yek ji Amerîkaya Latînî û ya din ji Misirê û yek jî ji Kurdistanê, têkildariya di navbera cangorî, têkoşîn û helwesta civakê de radixin ber çavan. Ev çîrok, tevî ku ji dem û cihên cuda ne, li ser xalek hevpar disekinin: gelo qedera têkoşerên ku jiyana xwe ji bo azadiya gelê xwe gorî dikin, çawa tê nivîsandin, û gelo cangoriya wan her dem tê qedir girtin?
Ernesto Che Guevara û Şivan û Şerê Berxikan
Di yekem çîrokê de, Ernesto Che Guevara, ku jiyana xwe ji bo maf û azadiyên çewsandiyan gorî kiribû, li cihê ku xwe veşartibû, ji aliyê şivanek ve ji bo rayedaran cihê wî yê veşartinê hatibû destnîşan kirin û ji aliyê leşkeran ve hate girtin. Dema ku yek ji efseran ji şivanekî, yê ku cîhê Che eşkere kiribû, pirsî: "Çima we ev zilamê ku tevahiya jiyana xwe ji bo maf û azadiyên we gorî kir, eşkere kir?", Şivan bi bersiveke sosret da: "Çimkî şer berxên min ditirsîne." Ev gotin, qîmeta têkoşînek mezin li ber berjewendiyên kesane yên biçûk radixe pêş çavan, û destnîşan dike ku carinan, heta ji bo azadî û mafan jî, hin kes amade ne cangoriyan nekin.
Muhammed Karîm û Bazirganên Bêwîjdan
Çîroka duyemîn me dibe Misirê, çend sedsal berê. Serhildêrê bi navê Muhammed Karîm, serhildana li dijî dagirkeriya Fransî ya di bin serokatiya General Napolyon Bonapart de bi rê ve biribû. Dema ku Karîm dîl ket, Napolyon ew mehkûmî mirinê kir. Lê belê, Napolyon xwest ku wî efû bike, bi şertê ku Karîm 10 hezar zêr bide wî wekî tazmînata leşkerên wî yên ku di şer de miribûn. Karîm bi ken bersiv da ku pereyên wî tune ne, lê bazirganên bajarê wî zêdeyî 100 hezar zêr deyndarê wî ne.
Napolyon demeke kurt da Karîm ku deynên xwe bicivîne û ew bi zincîran û bi leşkerên Fransî re şand bajarê wî. Karîm hêvî dikir ku ew kesên ku ji bo wan fedekarî kiribû, wî bêhêvî nekin. Lê belê, ti yek ji wan deyndarên wî pere nedan wî, berevajî, hemîyan ew bi wêranî û xerabûna aboriya Îskenderiyeyê tawanbar kirin. Muhammed Karîm bi dilekî şikestî vegeriya ba Napolyon.
Napolyon ji Karîm re got: "Ez ê te ne ji ber şerê li dijî Fransayê, lê ji ber ku te jiyana xwe feda kir ji bo tirsonekên ku bi tenê pere qezenc bikin û erka xwe ya li hember welatê xwe jibîr kirin, darve bikim."
Ev gotin, girîngiya piştgiriya gel û civakê ji bo têkoşînên şoreşgerî destnîşan dike. Dîrokzan Muhammed Raşîd Reda dibêje: "Yê ku li dijî civakeke nezan serî hilde, mîna kesê ku xwe dide ber agir da ku riya koran ronî bike!"
Barzanî û Şivanê Kurd: Mînakek ji Dilsoziya Çanda Kurdî
Lê belê, Serok Mesûd Barzanî di axaftina xwe ya taybet de behsa têkiliya çanda Kurd û dilsoziya bi serkirdeyên xwe re dike, bi mînaka Şêxê Barzan de, ew vedibêje ku di sala 1932an de, dema leşker hatine devera Barzan û li Bilê şivanekî Kurd girtine, ew nehiştine derbas bibe. Piştî demekê, jê pirsîne: "Şêx li ku ye?" Şivan bersiv daye: "Bi Xwedê ez ji we re nabêjim."
Wan dîsa jê pirsîne: "Gelo tu dizanî li ku ye?" Şivan got: "Erê, bi Xwedê ez dizanim li ku ye lê ji we re nabêjim." Efserên Îngilîz û Ereb li wir bûne. Efserê Îngilîz jê re got: "Were cem min û ji me re bêje li ku ye? Heger tu nebêjî em ê te sêdare bikin û darve bikin." Şivan got: "Hema min darve bikin lê ez ji we re nabêjim."
Efser jê pirsî: "Baş e tu dizanî li ku ye?" Got: "Belê." "Baş e ji bo çi ji me re nabêjî li ku ye?" Got: "Xiyanet e." Efserê Îngilîz jê re şîret kir: "Madem wisa ye, bêje ez nizanim baştir e, da ku tu rizgar bibî." Şivan bersiv da: "Nexêr, eger ez bibêjim nizanim, derew e, derew jî li cem me kufr û heram e, em derewan nakin."
Efserê Îngilîz got: "Madem ev terbiye û exlaqê we heye, kerem bike here." Û efserê Îngilîz du-sê leşker jî li gel wî şand heta ku ew şivan bi selametî derbas bû.
Ev çîroka sêyemîn, berevajî her du çîrokên din, mînakek ji dilsozî, çand û exlaqê civakekê nîşan dide ku têkoşîna serkirdeyên xwe bi fedakarî û durustî diparêzin. Ew destnîşan dike ku heya ku bingeheke xurt a çandî û exlaqî hebe, têkoşînên azadiyê jî dikarin serketî bin.
Van çîrokan, dersên hêja dide me ku fedakarî û cesaret tenê dema ku ji aliyê civakek zane, dilsoz û berpirsiyar ve bê qedirgirtin, wateyek rastîn peyda dike. Heger civak xiyanetê li cangorî û qurbaniyên xwe bike, wê demê cesaret dibe "avêtina nav valahiyê" û têkoşîn dibe ronîkirina riya koran.
https://www.tiktok.com/@ranjbarzanii/video/7232269224503184646