Serok Barzanî Piştî Êrîşa Dronê Daxwaza Helwesteke Zelal Ji Bexdayê Dike
Serok Barzanî Piştî Êrîşa Dronê Daxwaza Helwesteke Zelal Ji Bexdayê Dike
Doh, 28ê Adara 2026an, li Dihokê êrîşeke dronê li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hate kirin. Li ser vê bûyerê, Serok Mesûd Barzanî peyameke tund belav kir, tê de destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê tu carî nebûye beşek ji şerên herêmî, lê her dem rastî êrîşên neheq hatiye.
Barzanî diyar kir ku ji destpêka şerê heyî ve zêdetirî 450 caran bi mûşek û dronan êrîşî Herêma Kurdistanê û baregehên Pêşmerge hatine kirin. Wî eşkere kir ku baregeha wî bi xwe jî pênc caran bûye hedef, lê wan ji bo ku di nav gel de xemgînî çênebe, bêdengî hilbijartibû.
Serok Barzanî ev êrîş wek "şerfiroşiyeke eşkere û zilmeke mezin" bi nav kir û tekez kir ku ev rewş bi tenê bi şermezarkirin, telefon û komîteyan çareser nabe. Wî ji desthilatdarên Iraqê xwest ku helwesta xwe zelal bikin: an ragihînin ku nikarin rê li ber wan komên derqanûnî bigirin, an jî divê bi ciddî rabin ser piyan û dewletê biparêzin û rêkarên ciddî bigirin da ku êdî rê neyê dayîn êrîş û neheqî li ser Herêma Kurdistanê bên kirin.
Barzanî herwiha dubare kir ku gelê Kurdistanê bi îradeyeke polayî dê parastina peyama xwe ya aştiyane û doza xwe ya rewa bike.
Naveroka Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Peyamek ji Serok Barzanî
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Herêma Kurdistanê ti carî nebûye beşek ji wan kêşe û alozî û şerên ku li herêmê de heye, lê mixabin komek kes hene ku bêyî ku kesek rê li ber wan bigire, balê dikşînin ser vê yekê ku çawa û bi çi rêyê dijayetiya Herêma Kurdistanê bikin û her tim bi neheqî êrîşî Herêm û Pêşmerge dikin û dibin tehdît li ser jiyan û aramîya xelkê Kurdistanê.
Di dirêjahiya salên borî de bi dehan caran bi zilm û bê hincet, bi dron û mûşekan êrîşî Herêma Kurdistanê û baregehên Pêşmerge kirine û xelkê bêguneh şehîd û birîndar kirine. Ji dema ku ev şer dest pê kiriye zêdetirê 450 caran bi mûşek û dronan êrîşî Herêma Kurdistanê û baregehên Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê kirine. Di heman demê de pênc caran êrîşî baregeha me kirine, lê me bêdengî hilbijart da ku di nav gel de xemgînî û hêrs çênebe. Doh jî li bajarê Dihokê bi dronê êrîşî mala Serokê Herêmê kirin. Mijar ne mala kesî an baregeha kesî ye, her derê Kurdistanê û her mala Kurdistaniyan li cem me xwedî qîmet e.
Ev cure êrîş şerfiroşiyeke eşkere û zilmeke mezin û destdirêjî û neheqiyeke mezin e li hember Herêma Kurdistanê û divê çareseriyeke ciddî û yekcarekî ji bo wan bê dîtin. Di rastiyê de, ev yek bi şermezarkirin, telefon, peyam û komîteyan çareser nabe. Desthilatdarên Iraqê divê xwe zelal bikin û an ragihînin ku nikarin rê li ber wan komên derqanûnî bigirin, an jî divê bi ciddî bêne ser rê û dewletê biparêzin û rêkarên ciddî bigirin da ku êdî rê neyê dayîn êrîş û neheqî li ser Herêma Kurdistanê bên kirin.
Li vir em dubare dikin, gelê Kurdistanê bi îradeyeke polayî parastina peyama xwe ya aştiyane û doza xwe ya rewa dike û ti gef, êrîş û dijminek nekariye û nikare wê îradeyê bişkîne.
Mesûd Barzanî
29ê Adarê 2026