Mezintirîn Konsulxaneya Amerîkayê li Kurdistanê Tê Vekirin

Mezintirîn Konsulxaneya Amerîkayê li Kurdistanê Tê Vekirin

Nov 25, 2025 - 18:39
Mezintirîn Konsulxaneya Amerîkayê li Kurdistanê Tê Vekirin
Dîzayna Konsulxaneya Nû ya Amerîkayê li Hewlêrê

Berpirsekî Bilind ê Amerîkî Tê Hewlêrê û Avahiya Nû ya Konsulxaneya Amerîkayê Vedike
Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Rêveberî û Çavkaniyan, di navbera rojên 27-11-2025 heta 5-12-2025 de serdana her yek ji Tirkiye, Iraq û Îsraîlê dike. Li Iraqê jî serdana her du bajarên Bexda û Hewlêrê dike.
Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku serdana 'Michael Rigas' piştrastkirina pabendbûna Amerîkayê ye ji bo baştirkirina aramiya, ewlehî, azadiya olî û geşedana herêmê.
Rigas li Iraqê bi berpirsên Iraqî re dicive û li Hewlêrê jî avahiya nû ya Konsulxaneya Amerîkayê vedike, ku wekî mezintirîn Konsulxaneya Amerîkayê li tevahiya cîhanê tê binavkirin.