Çîroka Xoriz (Dîk) û Mîrê Misrê
Çîroka Xoriz (Dîk) û Mîrê Misrê
Herem: Xelika ( Gölyazı)
Berhevkar: Uskê Cîmîk
Serrastkirina Kurmancî: Bilal Şimşek
...
Çi hebû çi tunebû li gundekî, jin û mêrek hebûye. Her tiştên wan hebûyê, mal û milkê wan hebûyê.. Erd, bax û bexçê wan jî hebûyê.
Lê de tu were, tu zarokên wan tunebûne. Mala wan de kêmasîya zarokan hebûyê, zarokê wan nedibû ne. Jinikê û Mêrik her roj, her şeva ji Xudê dixwastine digotine
- Xudeyo! Zarokek bide me, ma parçekî goşt bibe ferq nake çing dibe ma bibe. Ma pê mala me şên bibe.
Rojekê miradê wan bi cih tê û jinik bi ducanî dibe. Dergûşekî wan tê rû dine.
De tu were! ew dergûşa ne însanek e. Ew Dîkekî bi rengbireng e. Jinik û mêrik pê şaş û mat dimînin. Lê dîsa jî ew bi dil û can mezin dikin. Jinik her ku ew hezdikir jê ra digot
- Dîko Dîko etê xwe bi qurbano, boçik soro, nikul zero, dilê keçika şewitando.
Êdî navê wî bû Dîko. Dîko yê me yî bi rengbireng mezin dibe, dibe xortekî fodil. Tu qemişê nabî lê mêsekî.
Rokê Dîko tê ba dê û bavê xwe û dibê
- Etê tu êdîn pîrbû yî, Bavo tu jî êdî kalbû yî. Ez dixwazim herim bixebitim. Ji we ra qezencê bikim. Bavê wî dibêje
- Lawê min, tu Dîkekî, tu yê çing kar bikî?
Dayika wî jî dibêje
- Dîko! ez bi qurbane te bim, tu yê herî ku bişixulî? Te xwe şaş kirî ye çi!
Lê Dîko guh neda wan û gotiye
- Na, ezê herim qezence.
Bavê wî mese dike ku tu çare tune û dibêje
- Dîko, bavê min li zemanekê berê zerekî xwe dabû bû Mîrê Misrê. Here wî zêrî jê bigire, bibîne. Ew zêra hetanî mirinê besî me ye.
Dîko ew gotina kir serê xwe, û ketê rê. Berê xwe da welatê Misrê.
Hendik dihere pir dihere, Dîko di rê de rastî gurekî û rovîyekî tê. Ew dixwazin Dîko bixwûn. Dîko ji qûna xwe ra dibêje
- Jihev be qûnê jihevbe! Ma gur û rovî têkişin.
Dû re, qûna Dîko mîna telîsekî vedibe. Gur û rovî çav lê dibin heşt. Ji tirsan dicirifîn. Qîjeqîja, wêrewera û qîreqîra herdûya bilind dibe. Lê dîsa jî, ji qûna Dîko ne difilitîn. Gur û rovî dikevin zikê Dîko.
Dîko hendik dihere pir dihere, vê carê rastê çemekî tê. Dîko dixwaze ku derbasî hêla din bibe. Lê li ser çemê ne pirek heye di ser re derbas bibe, ne jî zinarek hebû di ser re bazda. Dîko ji quna xwe ra dibêje
- Qûnê! qunê jihev bibe! Ma va çema têkişe zikê min.
Bû gujeguja ava çem. Dipey wê de ava çem serûhev dikeve dikişê zikê Dîko.
Dîko hendik dihere pir dihere, digêhêje ber Qonaxa Mîrê Misrê. Dîko xwe dide ser kevirekî bilind û Heldide, diqîre
- Qîrqîrîîî! Mîrê Misirêyo! zêrî bavê min bide!
Mîrê Misirê bi qîrîna Dîko ji xewê radibe û hêrs dibe. Bi vezîrên xwe re dibêje
- Vî Dîkî bigirin, têxin axûrê Ga û golikan, ma ga û golik pêlê bikin!
Leşkerên mîr Dîko digirin û davêjin nav ga û golikan. Dîko mêhskiriye ku îşê wî neçê ye, ji qûna xwe re dibêje
- Qunê! Jihev be gur û rovî jê derkevin
Gur û rovî jê derdikevin, xwe davên ser ga û golikan gîştika qir dikin.
Dû re, Dîko dîsa xwe dide ser kevirê bilind û bang dike:
-Qîrqîrîîî! Mîrê Misirêyo zêrî bavê min bide!
Vê carê Mîr dibêje
- Wî biavin nav êr.
Leşkerên Mîr, li meydanê arekî mezin dadidin. Ar û pêtî yên êr digêhiştin ewra. Paşê, leşker Dîk digrin diavên nav êr. Dîko mêskiriye ku îşê wî dîsa naçê ye, ji qûna xwe ra dibêje
- Qunê! jihevbe ava çem jê derkeve.
Dû ve, ava çêm ji qûna Dîko dirijê, ar tê vemirandin. Paşê, Dîko dîsa derdikeve ber qonaxê û xwe dide ser kevirê bilind û bi bang heldide.
- Qîrqîrîîî! Mîrê Misirêyo zerê bavê min bide!
Vê carê dilê Mîr ji dîko diqete û ditirse, benz lê zer dibe. Mîr bi xwe bi xwe dibêje:
- Ez ji wî xelas nabim. Çi bela serê min bûye va Dîka.
Mî fermanê dide:
- Va Dîka her çi bixwaze bidên wî, ma tenê ji vir herê bes e.
Leşkerên Mîr, Dîko digrin, wî dikin odê zêr û zîvan. Dîko mêskiriyê ku her derekê tijî zêr û zîv e. Pir pê kêf daye, ji kêfa firîya ye. Dîko ji qûna xwe ra dibêje
- Qûna ji kerema xwe jihev be, zer û zîv têkişin zikê min.
Quna Dîko jihevbû ye, çi zer û zîv hebin gî dikevin zikê Dîko. Dû ra jî zerek jî dike nav nikulê xwe ji odê xezinê bi serbilindî derdikeve. Berê xwe dide mal, lêdixe dihere.
Dîko hendik dihere pir dihere nêzîkî gundê xwe dibe, heldikşe sirtêk gir û bang dike
- Qîrqîrîîî! Bavo bavoo! Derî û penceran bigirin, odê nêvanan amedekin, çokekî têxe destê xwe, ezî tê me.
Dîko tê mal. Dikeve odê mêvanan û dibeje
- Bavoo! ji qunê min vekişe, bi çokekî bide destê xwe û lêxe.
Bavê wî çok digre dest xwe, her ku li qunê Dîko dixe, zêr û zîv mîna baranê jê dibare. Odê mêvanan tijî zêr û zîv dibe.
Çêroka min li vir qediya, Sînîyek mast ji we ra Xweşî can be