BCF 349.841 lîtir sotemenî li ser 9.531 malbatên li Rojavayê Kurdistanê belavkirine
BCF 349.841 lîtir sotemenî li ser 9.531 malbatên li Rojavayê Kurdistanê belavkirine
Karzan Nûrî: 349.841 lître sotemenî li ser 9.531 malbatên li Rojavayê Kurdistanê hatine belavkirin.
Karzan Nûrî, endamê desteya rêveberiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, roja Çarşemiyê, 11/2/2026, di kongreyeke medyayî ya li Qamişlo de, amarên herî dawî yên kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî eşkere kir.
Karzan Nûrî, di destpêkê de behsa wê yekê kir ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, ji destpêka derketina şer û rewşa aloz û xirab a ku bi hezaran malbat li Rojavayê Kurdistanê koçber bûne, bi fermana Cenabê Serok Barzanî, kampanyayeke berfireh ji bo komkirina alîkariyên mirovî ji bo Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye û heta niha jî di belavkirina alîkariyan de berdewam e.
Karzan Nûrî, her wiha destnîşan kir ku tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di 21 rojên borî de li (Qamişlo, Amûdê, Girkê Legê û Dêrikê) û derdora wan xizmeta xelkê Rojavayê Kurdistanê kirine û amarên herî nû yên alîkariyan jî ragihand, ku wiha bûn:
401 barhilgir alîkariyên curbicur yên xorekî û ne-xorekî bi rêya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bo Rojava hatine şandin.
18 hezar û 932 malbat ji alîkariyên xorekî û ne-xorekî (selikên xwarinê, doşek, betanî, pakêtên tenduristiyê, mirîşk, mast, sotemenî û hwd.) sûdmend bûne.
Ji bilî bajaran, li 102 gundan jî alîkarî hatine belavkirin.
Ji bilî koçberan, alîkarî li ser 2 hezar û 71 malbatên kêmderamet jî hatine belavkirin.
349 hezar û 841 lître sotemenî li ser 9 hezar û 531 malbatan hatine belavkirin.
97 hezar û 559 xwarinên germ hatine belavkirin.
8 hezar û 77 kes dermankirina pizîşkî wergirtine û zêdetirî 20 ton derman jî ji nexweşxaneyên Rojavayê Kurdistanê re hatine pêşkêşkirin.
Amadekar: Salar Babeşêx