Sempozyûma Ehmedê Xanî 330 Salîya Mem û Zînê pîroz Dike
Sempozyûma "Ehmedê Xanî" 330 Salîya "Mem û Zînê" pîroz Dike: Ziman, Huner û Çanda Kurdan di Navenda Nîqaşan de
Wan - Kurdistan: Îro 4ê Cotmehê 2025, bi amadekarî û organîzasyona Înstîtuya Ehmedê Xanî, sempozyûmek taybet ji bo bîranîna 330 saliya berhema nemir "Mem û Zîn" a Ehmedê Xanî li Jûra (Odeya) Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê hat lidarxistin. Di sempozyûmê de bandora Xanî li ser ziman, huner, dîrok û çanda Kurdan hat nirxandin û girîngiya wî di cîhana îroyîn de hat destnîşankirin.
Bîranîna vê salvegerê, girîngiya Xanî di pêşxistina hişmendiya neteweyî û dewlemendkirina wêjeya Kurdî de careke din anîn ziman. Di bernameya sempozyûmê bi axaftinên vekirinê dest pê kir. Koordînatorê Enstîtuya Ehmedê Xanî, Necdet Takva, Prof. Dr. Feryad Fazil Omar û Jan Dost bi peyamên xwe yên serhêl tevlî bernameyê dibin. Dûvre, Bayram Ayaz ji Enstîtuya Ehmedê Xanî û Cengiz Aras ji Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê axaftinên destpêkê kirin.
Sempozyûm li ser çar rûniştinan hate lidarxistin ku tê de gelek akademîsyen û lêkolînerên Kurd û biyanî gotarên xwe yên hêja pêşkêş kirin:
Rûniştina Yekem: Doc. Dr. Yakup Aykaç, Ramazan Kaya, Kenan Söylemez û Dr. Îsmaîl Aydoğdu li ser xebatên Xanî û dema wî de diaxivîn.
Rûniştina Duyem: Prof. Dr. Mehmet Bakir Şengül, Îhsan Colemergî, Dr. Sami Çelîktaş û dîsa Bayram Ayaz gotarên kûr pêşkêş dikin.
Rûniştina Sêyem: Doc. Dr. Îlyas Suvağcı, Dr. Enver Göçen, Dr. Kenan Bulut û Dr. Mehmet Nur Yavuzer bi nirxandinên xwe yên nû pêşkêş dikin.
Piştî bêhnvedana çay û qehweyê, bername bi beşeke mûzîkê ya taybet ji aliyê Kuartea Amîrên Jîdar ve berdewam dike. Kuarte bi Sümeyye Duman (Viyolîn), Şevval Sevgilî (Viyolîn), Orkan Demir (Viyola) û Ruşen Arslanargun (Viyolonsel) hunera xwe pêşkêş dikin.
Di beşa dawîn a sempozyûmê de, peyamên mêvanan ên ji welatên cuda cuda hatin xwendin. Kesayetiyên wekî nûnerên Enstîtuya Ehmedê Xanî (Stockholm), Niels Thomsen, Kazihiro Frukava, Gertrud Junker, Murad Ciwan (Swêd), Mehmet Gültekin (Almanya), Prof. Dr. Mucahit Bilici (Emerîka), Abdullah Yasin (Cizîr), Xelîl Dihokî (Dihok), Lokman Polat (Swêd), Rohat Alakom (Swêd), Memo Şahîn (Almanya), Dr. Sharif Bajo (Dubai) û Hasan Sîlevanî (Dihok) tevlî dibin û girîngiya Ehmedê Xanî ji bo çanda cîhanê û ya Kurdî destnîşan dikin.
Sempozyûm bi moderatoriya Mahmut Eşût bi serkeftî bi dawî dibe. Di dawiya bernameyê de tê hêvîkirin ku ev cure çalakî dê ji bo xebatên li ser wêjeya Kurdî û Ehmedê Xanî bibin xebateke girîng û geş.