Serdar Canan Videoya Şekir Axa Diweşîne

Vîdeoya Nû ya Serdar Canan a Bi Muzîka Gelêrî Îşev Saet 20:00an de Diweşe

Oct 15, 2025 - 09:47
Oct 15, 2025 - 09:50
Serdar Canan Videoya Şekir Axa Diweşîne
Vîdeoya Nû ya Serdar Canan a Bi Muzîka Gelêrî Îşev Saet 20:00an de Diweşe

Hunermend Serdar Canan îşev, di 19ê Cotmehê de, saet 20:00an de bi projeyeke nû ya vîdeoyê li pêşberî guhdar û temaşevanên xwe ye. Ev xebat, ku girîngiyeke taybet dide muzîka gelêrî, bi piştgirî û beşdariya tîmeke hoste hatiye amadekirin.

Konsepta vîdeoyê ji aliyê Dr. Yılmaz Özdil ve hatiye amadekirin, anîmasyon jî ji aliyê Ronî Battê ve hatiye çêkirin.

Muzîka di vîdeoyê de, straneke gelêrî ye ku gotin û muzîka wê ji çavkaniya Dengbêj Kerîmê Jîrkî hatiye girtin. Aranjorîya vê berhemê ji aliyê Serdar Canan û Mehmet Bekalp ve hatiye kirin. Di vê xebatê de, Erîka Ueda bi piyano, Baran Ertaş bi keman û Rûşen Arslanargun jî bi çelloyê cih girtine.

Karên mix û masteringê ji aliyê Mehmet Bekalp ve hatine kirin, û xebatên stûdyoyê li Sonic Studio, bi alîkariya Îbrahîm Bayat, hatine pêk anîn.

Vîdeoya nû ya Serdar Canan îşev saet 20:00an de dê bigihîje temaşevanan.