Erdnîgariya Windabûyî - 1 Çima Cîhana Êzîdî-Kurd Teng Bû?
Erdnîgariya Windabûyî - 1 Çima Cîhana Êzîdî-Kurd Teng Bû?
Carekê cîhaneke hebe-tine hebû; piştre rojekê mîna Atlantîsê di bin deryayê de winda bû. Atlantîsa Platon belkî efsane be, lê ev cîhana ku em behsa wê dikin di qewlan de, di dîroka devkî û di bîra qedîm de hîn jî nefesê distîne.
Dema ku mirov behsa dîroka Kurdan dike, pir caran eşîrtî, koçberî û siyaset têne ziman. Lê belê, qata herî kûr û qedîm a cîhana Kurdan, ango kevneşopiya Êzîdîtiyê, pir caran di bin siya van nîqaşan de dimîne. Lêkolînerê hêja Wasfî Hekarî di sohbeteke me de ev mijar bi çend hevokên kurt û watedar wiha pênase kir:
"Tiştên ku di qewlên Êzîdiyan de bi sedsalan hatine parastin, dewlemediya herî mezin a ziman, çand û toreya gelê Kurd e. Her qewlek bi serê xwe gencîneyeke ziman û çanda Kurdî ye."
Bi rastî jî mesele tam li vir dest pê dike. Di salên dawî de li ser dîroka Kurdan gelek nîqaş tên kirin. Di televizyon, medya û xebatên akademîk de zimanê Kurdî û dîroka siyasî her dem di rojevê de ne. Lê belê valahiyeke mezin heye: Bawerî û kevneşopiya Êzîdîtiyê pir caran li derveyî van nîqaşan dimîne.
Lê gava em arşîv, çîrokên dîroka devkî, kevneşopiyên ku li Laleşê tên parastin û xebatên lêkolînerên Êzîdî bi hev re dixwînin, tabloyekî din derdikeve pêşberî me. Ev çavkanî ne tenê dîroka baweriyekê, di heman demê de şopa erdnîgariyeke fireh a çandî nîşanî me didin: Êzdîxan.
Êzdîxan ne tenê navê herêmekê ye; ew qadeke bawerî û çandê ye ku ji Efrînê heta Şengal û Qamişlo, ji Mehabad û Urmiyeyê heta Rewan û Tîflîsê, ji Mûş û Amedê heta xeta Mereş û Dîlokê dirêj dibe. Di dîrokê de li herêmên wekî Botan, Sêrt, Cizîr, Mêrdîn, Hekarî û Serhedê mîrnişînên Êzîdiyan hebûn.
Lê pirs ev e: Heke di raboriyê de li qadeke wiha fireh civakên Êzîdî hebûn, çima îro di nava sînorên wusa teng de mane? Belkî jî bersiv di vir de veşartî be: Biçûkbûna îro ya gelekî, nayê wê wateyê ku ew gel di dîrokê de jî her biçûk bûye. Ev tengbûn encama sedsalên fermanan, asîmîlasyonê û koçberiyên bi zorê ye.
Dê bidome...
Uskê Cîmîk