Serok Barzanî pêşwaziya Zalmay Khalilzad kir
Serok Barzanî pêşwaziya Zalmay Khalilzad kir
Roja çarşemê 10ê Hezîrana 2026an, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li dîplomatê Amerîkî û balyozê berê yê Amerîkayê li Iraqê Zalmay Khalilzad kir.
Di hevdîtinê de, her du aliyan di derbarê guhertin û rewşa herêmê û eger û gefên li pêşiya Iraq û herêmê de danustandina bîr û ramanan kirin.