Koça Dawî ya Şêx Ehmedê Barzanî!
Koça Dawî ya Şêx Ehmedê Barzanî!
Îro 11.01.2026, salvegera koça dawî ya Şêx Ehmedê Barzanî ye.
Roja 05.01.1969, dema ku xebera nexweşketina Barzaniyê Mezin gihîşt wî, Serok Mistefa Barzanî li Gelalê bû. Barzanî, yekser Mesûd Barzanî şand Barzan da ku wî ji çawaniya nexweşiya Şêx Ehmed agahdar bike. Mesûd Barzanî, roja 06.01.1969, xwe gihand Barzan û bi telgrafekê Serok Mistefa Barzanî ji nexweşiya Şêx Ehmed agahdar kir.
Serok bersiv da ku yekser wî veguhêzin Gelalê da ku wî bişînin derveyî welat, lê Doktor Hîkmet Hekîm rêvebirê nexweşxaneya "Bollê" ku berî Mesûd Barzanî, ji bo kontrolkirina Şêx Ehmed gihîştibû Barzan, ji Mesûd Barzanî re got: (Herdu gurçikên Şêx Ehmed ji kar ketine û jiyana wî di metirsiyê de ye û pêwîst e bi lez bo nexweşxaneyek nêzîk ku amûrên kontrola pizîşkî lê hebin bê veguhestin.) Bi vê boneyê, Serok Barzanî destûr da Hîkmet ku daxwaza helîkopterê ji rejîma Iraqê bikin.
Roja 07.01.1969, helîkopterek ku Doktor Rafîd Subhî, Doktor Mehdî Mûrteza û Doktor Şewket Dehan tê de bûn, gihîşt gundê Barzan. Piştî kontrolkirina Şêx Ehmed ji aliyê van doktoran ve, roja 09.01.1969, Şêx Ehmed birin Bexdayê, lê ji ber ji kar ketina gurçikên wî nekarîn wî ji mirinê rizgar bikin. Bi vî awayî, roja 11.01.1969, Barzaniyê Mezin ku kurê wî Xalid û Selîm Yûsif li cem bûn, xatir ji cîhanê xwest.
Piştî koça dawî ya Şêx Ehmed, Ferîq Hardan Ebdulxefar Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê, termê Şêx Ehmed bi helîkopterekê ku nûnerê wî jî pê re bû, vegerand Barzanê û Şêx Ehmed li Barzanê li axa pîroz a Kurdistanê hat spartin. Ruhê Şêx Ehmed Barzanî bi şadî bimîne.
Hamed Gohary