Projeyên Kurdistanê Li Konferansa COP30

Projeyên Kurdistanê Li Konferansa COP30

Nov 10, 2025 - 15:00
Nov 10, 2025 - 15:13
Projeyên Kurdistanê Li Konferansa COP30
Projeyên Kurdistanê Li Konferansa COP30

Şandeke Herêma Kurdistanê dê beşdarî konferansa COP30 li Brezîlyayê bibe û li wir projeyên ronahî û kembera kesk wek du projeyên jîngehî û yên rûbirûbûna guherîna avhewayê pêşkêş bikin û hewl bidin ji bo peydakirina alîkariyên aborî.

Sîhemîn Konferansa Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî, ku bi navê COP30 tê zanîn, îro li bajarê Belém a Brezîlyayê dest pê dike û heta 21ê Mijdarê berdewam dike.

Şandeyên 190 welatên cîhanê beşdarî COP30 dibin û 100 welat israr dikin ku ji bo konferansê armancên nû werin destnîşankirin.

Biryar e di 12 rojên konferansê de çend mijarên girîng werin nîqaşkirin, wek qonaxa derbasbûna enerjiyê ber bi enerjiya nûjen ve, vejandina daristanan û başkirina rewşa okyanûsan, guhertina sîstema dabînkirina xwarinê û rêbazên çandiniyê.

Heval Ehmed, Rêveberê Giştî yê Beşa Guherîna Avhewayê li Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê got ku cûdahiya konferansa îsal ew e ku hemû welatên beşdar belgeyên proje û xebatên xwe yên rûbirûbûna guherîna avhewayê pêşkêş dikin.

Heval Ehmed dibêje: "Em jî wek Herêma Kurdistanê beşek ji vê projeyê ne, ji ber vê yekê beşdariya me pir girîng e" û divê were nîşandan ku me ji bo kêmkirina guherîna avhewayê çi kiriye.

Li gorî gotinên wî rêveberî, di belgeyê de tê nîşandan ku Herêma Kurdistanê heta çi radeyê rûbirûbûna guherîna avhewayê kiriye karê sereke û çi pêdiviyên wê di vê mijarê de hene, di nav wan de pêdiviyên aborî.

Wek Heval Ehmed dibêje: "Armanca li COP30 ew e ku rêgezek zelal û pratîk were danîn ji bo kêmkirina germahiyê bi 1.5 pile."

Heval Ehmed got ku konferans gelek balê dikişîne ser pabendbûna welatan bi vê armancê. Armanceke din jî, fînansekirina 300 milyar dolar e ji bo welatên nû pêşketî di rûbirûbûna guherîna avhewayê de, ku par di konferansa COP29 de biryar li ser hatibû girtin.

Berê ev mîqdar 100 milyar dolar bû, lê par biryar hat dayîn ku were zêdekirin. Li gorî gotinên Heval Ehmed, îsal zehmet e ku biryar li ser zêdekirina vê mîqdarê were dayîn, lê hemû welatan soz dane ku ji bo peydakirina wan pereyan hewl bidin.

Rêveberê Giştî yê Guherîna Avhewayê herwiha got ku berî çend rojan belgeyên Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo konferansê li Bexdayê hatin pejirandin, ev jî piştî nêzîkî salek hevrêziya herdu aliyan.

Wî got ku Herêma Kurdistanê di vê belgeyê de karên xwe yên sereke destnîşan kiriye û herwiha diyar kiriye ku çiqas pere pêwîst e û di konferansê de ew ê hewleke cidî bidin ji bo peydakirina pereyên pêwîst û daxwaza mekanîzmayên guncaw dikin.

Heval Ehmed dibêje ku biryar e wek Herêma Kurdistanê di 13ê Mijdarê de ber bi Brezîlyayê ve bi rê bikevin ji bo beşdarbûna konferansa COP29. Di 14ê Mijdarê de jî ew ê beşdar bibin û belgeyan pêşkêş bikin.

"Behsa Projeyên Ronahî û Kembera Kesk Dikin"

Li gorî gotinên wî rêveberî, beşek ji belgeyan taybet in bi "çîrokên serkeftî" û tê de behsa wan projeyan dikin ku Herêma Kurdistanê ji bo kêmkirina bandorên guherîna avhewayê û cîbicîkirina pabendiyên navneteweyî kiriye.

Wek Heval Ehmed got, projeya ronahî dê bibe yek ji wan projeyan ku wek çîrokek serkeftî di rûbirûbûna guherîna avhewayê de nîşan didin.

Rêveberê Giştî yê Guherîna Avhewayê destnîşan dike ku ji ber projeya ronahiyê 3.7 milyon ton karbondîoksît kêm bûye, ev jî bandoreke erênî li ser jîngehê kiriye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê plan dike ku heta dawiya sala 2026an zêdetirî 7,000 jeneratoran bitefîne û elektrîka 24 saetan ji bo hemû herêman dabîn bike.

Di meha Mijdara 2024an de, Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, projeya "ronahî" ragihand. Di meha Gulanê de jî Encûmena Wezîran bi yekdengî biryara pejirandina projeyê da.

Wî berpirsî dibêje ku kembera kesk dê bibe yek ji wan projeyan ku wek çîrokek serkeftî di konferansa COP30 de behsa wê dikin; wî herwiha got ku proje çareseriyeke girîng e ji bo kêmkirina guherîna avhewayê.

Roja Pêncşemê, 30/10/2025, bi amadebûna Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Sasan Ewnî, Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê, li kembera kesk a Hewlêrê dest bi çandina daran hat kirin.

Projeya bi firehiya du kîlometre û dirêjahiya 92 kîlometre dê bi darên zeytûn û fistiqan were kesk kirin, ku biryar e bi 8 qonaxan were cîbicîkirin.

Di wê rûbarê de bi milyonan dar tên çandin. Zeytûn û fistiq du ji wan daran in ku gelek avê naxwazin, ji bo vê qonaxê bi rêya ava bin erdê tên avdan û paşê 10 gol û bikaranîna ava giran dê bibe çavkaniya avdana wan.

"Pejirandina Pênc Projeyên Kesk"

Heval Ehmed herwiha got ku wan bi Sindoqa Avhewaya Kesk re hevrêzî heye û wê sindoqê razîbûn daye ji bo fînansekirina 15 projeyan li Iraqê ku pênc ji wan li Herêma Kurdistanê ne.

Ew projeyên li Herêma Kurdistanê ku razîbûn ji bo fînansekirina wan ji aliyê sindoqê ve hatiye dayîn, ev in: hilberîna elektrîkê ji bermayiyan, avakirina herêmên xwezayî yên parastî, danîna panelên rojê ji bo dabînkirina 40 megawat elektrîkê, programa hişyariya pêşwext û avakirina pênc golên destçêkirî.

Sindoqa Avhewaya Kesk mezintirîn sindoqa damezraweya cîhanê ye ji bo fînansekirina projeyên dijî guherîna avhewayê û girêdayî Neteweyên Yekbûyî ye. Armanc ji wê alîkariya welatên nû pêşketî di rûbirûbûna guherîna avhewayê de ye.