Egîdê Kurdistanê Dîsa Bû Şampiyonê Cîhanê
Egîdê Kurdistanê Dîsa Bû Şampiyonê Cîhanê
Boksorê Kurd û Şampiyonê Cîhanê "Agit Kabayel" serkeftineke dîrokî tomar kir û parastinê li kembera xwe ya WBC kir dema ku li hember "Damian Knyba" yê Polonî bi ser ket.
Şeva borî, di çarçoveya Şampiyoniya Cîhanê ya WBC li Almanyayê, şampiyonê Kurd "Agit Kabayel", bi sponsoriya Visit Kurdistan, di kategoriya giran de li hember Damian Knyba yê Polonî derket qada şer. Şampiyonê Kurd piştî sê gerên şer de karî bi ser bikeve. Boksorê Polonî 17 serkeftin bi dest xistibû û di ti şerekî de jî têk neçûbû, lê şampiyonê Kurd rêze serkeftinên wî sekinand û ew têk bir.
Piştî serkeftina dîrokî, Agit li beramberî tevahiya cîhanê ala Kurdistanê bilind kir û bi dengekî bilind û wêrek bi Kurdî got: "Bijî Kurdistan, Hêza Kurd, Bijî Rojava".
Agit di kariyera xwe ya pîşeyî de 27 şer kirine, 27 serkeftin tomar kirine, û 18 ji wan bi nokautê bi dest xistine.
Piştî bidawîhatina lîstikê û serkeftina wî ya dîrokî, Arîn Mesrûr Barzanî piştgiriya xwe ji bo şampiyonê Kurd dubare kir û bi hev re ala Kurdistanê bilind kirin.
Agit Kabayel, xelkê Bakurê Kurdistanê ye, li Almanyayê ji dayik bûye. Lîstika wî ya dawî di meha duyemîn a sala borî de bû, û wî karî li hember "Zhilei Zhang" yê Çînî bi ser bikeve, ku ew jî yek ji boxerên giran ên bihêz ên boksê ye.