Îro Êvarî Maça Kurdistan û Misir Heye
Biryar e ku lîstikên qonaxa nîvfînala Kûpaya Cîhanê ya Mini Futbolê ya Jinan, îşev êvarî Yekşemê werin lidarxistin. Tîmên Kurdistan û Misrê di saet 6:30 êvarî de digihîjin hev. Di lîstika duyemîn de jî Brezîlya û Lubnan dê rûbirûyî hev bibin. Serketiyên her du lîstikan dê rasterast bigihîjin lîstika fînalê.

Hewlêr - Kurdistan: Hilbijartiya Kurdistanê û Hilbijartiya Misrê di Qonaxa Nîvfînala Kûpaya Cîhanê ya Mini Futbolê ya Jinan de rûbirûyî hev dibin.
Bi fermî tîmên Pakistan û Urdunê ji Kûpaya Cîhanê ya Futbolê ya Mini ya Jinan veqetiyan. Di beramber de, çar tîm bi fermî gihîştin qonaxa nîvfînalê ya şampiyoniyê.
Tîma Kurdistanê di lîstikên xwe yên dawî yên qonaxa koman de li hember Lubnanê bi yek golî wekhev ma, golek tenê ya Kurdistanê ji aliyê Dêrîn Mehmûd ve hatibû tomar kirin. Bi vê encamê, her du tîm jî gihîştin qonaxa nîvfînalê ya Kûpaya Cîhanê ya Jinan.
Di lîstikeke din de jî, Brezîlya û Misrê rûbirûyî hev bûn. Lîstik bi serketina keçên Samba bi dawî bû, û her du tîm jî bi fermî ji bo lîstika nîvfînalê derketin.
Biryar e ku lîstikên qonaxa nîvfînala Kûpaya Cîhanê ya Mini Futbolê ya Jinan, îşev êvarî Yekşemê werin lidarxistin. Tîmên Kurdistan û Misrê di saet 05:00 êvarî de digihîjin hev. Di lîstika duyemîn de jî Brezîlya û Lubnan dê rûbirûyî hev bibin. Serketiyên her du lîstikan dê rasterast bigihîjin lîstika fînalê.