Pêşewa Hewramanî: Kurdistan Hefteyeke Nivîsara Hinardekirina Neftê Şandiye
Pêşewa Hewramanî, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Herêma Kurdistanê Hefteyeke Nivîsara Hinardekirina Neftê Şandiye
Hewlêr - Kurdistan: Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike ku Herêma Kurdistanê amadebûna xwe ji bo ji nû ve hinardekirina neftê nîşan daye û hefteyek berê nivîsek ji Bexdayê re şandiye.
Piştî razîbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser pêşniyara dayîna mafên darayî bi qasî 16 dolar ji bo heqê derxistina her bermîlek neftê, Herêmê amadebûna xwe ji bo şandina neftê ji Bexdayê re nîşan da, ev jî piştî peymaneke sêalî hat holê.
Pêşewa Hewramanî, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Ava re ragihand: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê hefteyek berê nivîsek ji Bexdayê re şandiye da ku nefta Herêma Kurdistanê radestî SOMO were kirin û were hinardekirin."
Pêşewa Hewramanî her weha got: "Serokwezîr bi nêrîneke cûda li guhertinên mezin ên li Herêma Kurdistanê dinêre û dixwaze pirsgirêkan ji binî ve çareser bike."
Di civîna dawî ya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ya roja Çarşemê, 17-9-2025 de, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê amadebûna xwe nîşan da, "heta dema îmzekirina peymana sêalî, Herêma Kurdistanê para xwe ya neftê radestî Wezareta Neftê ya Federal bike, ji bo vê armancê Encûmena Wezîran, Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî û şanda danûstandinan raspartin ku rêkar û tedbîrên pêwîst bigirin û divê Hikûmeta Federal jî di beramber de pabendbûna xwe ya şandina mûçeyan yekser cîbicî bike."