Serok Barzanî pêşwaziyê li Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Hewlêrê kir

Serok Barzanî pêşwaziyê li Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Hewlêrê kir

Jul 26, 2026 - 16:45
Serok Barzanî pêşwaziyê li Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Hewlêrê kir
Serok Barzanî pêşwaziyê li Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Hewlêrê kir

Roja Yekşema 26ê Tîrmeha 2026an, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Andrew Beasley Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Hewlêrê kir.

Di hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Brîtanyayê ku bi boneya bidawîbûna erka xwe û ji bo malavayîkirinê serdana Serok Barzanî kiribû, spas û rûmetên xwe ji Serok Barzanî û xelkê Herêma Kurdistanê re anî ziman ku her tim di erk û karê wî de piştgirî bûne û tekez li ser girîngiya berdewamî û pêşxistina têkiliyên di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê de kir. Herwiha hêviya aramî û ewlehiya berdewam ji bo Herêma Kurdistanê xwest.

Her di wê hevdîtinê de Serok Barzanî spasiya Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Hewlêrê kir ji bo erkên wî di dema borî de li Herêma Kurdistanê û hêviya serkeftinê jê re di erka wî ya nû de xwest, herwiha Serok Barzanî tekez li ser wan têkiliyên dîrokî kir ku di navbera gelê Kurdistanê û Brîtanyayê de hebûne û spas û rêzdarî ji bo gel û Hikûmeta Brîtanyayê hebû ji bo helwêstên wan ên dîrokî yên li hember gelê Kurdistanê.

Rewşa siyasî ya navçeyê û dawîn pêşhat û aloziyên din mijareke din a wê hevdîtinê bûn.