Piştî Xwedayê Mezin, Serok Barzanî hat hawara xelkê Enbarê

Xemîs Xencer: Piştî Xwedayê Mezin, Serok Barzanî hat hawara xelkê Enbarê

Oct 26, 2025 - 09:17
Oct 27, 2025 - 20:34
Piştî Xwedayê Mezin, Serok Barzanî hat hawara xelkê Enbarê
Xemîs Xencer: Piştî Xwedayê Mezin, Serok Barzanî hat hawara xelkê Enbarê

Hewlêr - Kurdistan: Serokê Hevpeymaniya Siyade, Xemîs Xencer, di civîna xwe ya digel alîgirên lîsteya xwe de di gotarekê de got, dema DAIŞ gihişte Enbarê û xelkê wê koçber bûn, piştî Xwedayê mezin, yê ku alîkariya wan kir, xelkê Kurdistanê û Serok Barzanî bûn.

Şemî, 25ê Cotmehê 2025, Xemîs Xencer, Serokê Hevpeymaniya Siyade, di dema civîna xwe ya digel alîgirên lîsteya xwe de ji bo bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ragihand: "Ji bîra we neçe, dema DAIŞ parêzgeha Remadî dagir kir û piştre ber bi Enbarê ve hat, hûn hemû ji bajarê xwe derketin û penaber bûn, malbatên we li ser Pira Museyebê mabûn, ti kes nehat hawara we, yê ku alîkariya we kir û hembêza xwe ji we re vekir, piştî Xwedayê mezin tenê xelkê Kurdistanê û Serok Barzanî bûn."

Xencer amaje bi wê yekê kir, destûrê nedin ti kesî ku di gotar û axaftinên xwe de xelkê Kurdistanê û Serok Barzanî bike armanc, ji ber ku di demên dijwar û zehmet de ew bûn ku em hembêz kirin û alîkariya me kirin.