Serok Barzanî pêşwaziyê li Serokê Partiya Teqedumê kir
Serok Barzanî pêşwaziyê li Serokê Partiya Teqedumê kir
Roja pêncşemê 30'yê Tîrmeha 2026'an Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Mihemed Helbûsî Serokê Partiya Teqedumê û Serokê berê yê Encûmena Nûneran a Iraqê û şandeya pê re kir.
Di hevdîtinê de bal kişandin li ser rewşa siyasî ya Iraqê û dawîn pêşhat û guhertinên Iraq û navçeyê.
Her wiha di wê hevdîtinê de danûstandina bîr û ramanên li ser peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de hat kirin û tekez li ser hevahengî û peywendiya di navbera aliyên siyasî yên Iraqê de hat kirin ji bo derbaskirina astengî û berbestan û çareserkirina kêşeyan.