Lihevhatina bi Hikûmeta Şamê re Nabe Mafên Kurdan Îhmal bike
Konfederasyona Revenda Kurdistanî: Lihevhatina bi Hikûmeta Şamê re Nabe Mafên Kurdan Îhmal bike
Konfederasyona Revenda Kurdistanî, di daxuyaniyeke tund de ku îro, 30.01.2026'an, hate weşandin, diyalog û lihevhatina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê de bi hûrgilî dişopîne û daxwaz dike ku mafên rewa yên gelê Kurd di Sûriyeya dahatû de bi zelalî bêne misogerkirin.
Konfederasyonê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku tevî ku ew bi prensîba diyalog û çareseriyên aştiyane bawer e, lê belê bi dengekî bilind dubare dike ku "her cûre lihevhatin nabe li ser tawîzkirina mafên rewa yên gelê me be."
Di naveroka daxuyaniyê de, Konfederasyona Revenda Kurdistanî banga cîgirkirina zelal a mafên Kurdan di destûra herdemî ya Sûriyeyê de kir. Di vê çarçoveyê de, divê Kurd wekî gelekî resen û pêkhateyeke bingehîn a axê bêne qebûlkirin û pêdivî ye ku bi wan re wekî "welatiyê hejmar yek" danûstandinê bi wan re bike. Herweha, naskirina zimanê Kurdî wekî şert û mercek bingehîn hate destnîşankirin.
Konfederasyonê bi zelalî helwesta xwe ya li dijî her "hewldan û planeke ku armanca wê lêdan an ji holê rakirina kiyana siyasî û îdarî yê Rojavayê Kurdistanê be" anî ziman. Wekî din, daxuyanî destnîşan kir ku "mayînde kirin û bihêzkirina vê kiyana Kurdistanî û çareserkirina bingehîn a pirsa Kurd, mifteya sereke ye ji bo bidestxistina Sûriyeyeke aram, ewle û xwedî paşerojeke geş." Konfederasyonê herwiha anî ziman ku "bêyî çareserkirina dadperwerane ya doza Kurd, tu cûre aramî di Sûriyeyê de pêk nayê."
Wekî peyameke hişyarî û zextê, Konfederasyona Revenda Kurdistanî ragihand ku sibe, 31.01.2026'an, xwenîşandaneke berfireh û girseyî li bajarê Bonnê yê Almanyayê dê bê lidarxistin. Armanca vê xwenîşandanê ew e ku "dengê nerazîbûn û helwesta me ya neguher a ji hemû cîhanê re bê gihandin." Çalakvan dê bi yek deng daxwaz bikin ku mafên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê "neyên paşguhkirin an jî neyên qurbankirina berjewendiyên siyasî yên demkî."
Naveroka Daxuyaniyê bi vî awayî ye:
Daxuyaniya Konfederasyona Revenda Kurdistanî ya derbarê diyalog û lihevkirina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta Sûriyeyê de
Ji ber hestkirina bi berpirsiyariya dîrokî û neteweyî li hember rewşa hestiyar a Rojavayê Kurdistanê û guhertinên siyasî yên bilez ên ku herêm tê de derbas dibe, Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi hûrgilî çavdêriya pêvajoya diyalog û lihevhatina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta Sûriyeyê de dike.
Tevî baweriya tam û neguherî a Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi prensîba diyalogê, diyaloga şaristanî û li ber girtina rêya aştiyane wekî yekane bijardeya rast ji bo bidawîkirina nakokiyan û çareserkirina pirsgirêkên hêlawestî, lê belê em bi dengekî bilind û wêrek dubare dikin ku her cûre lihevhatin nabe li ser tawîzkirina mafên rewa yên gelê me be.
Em di Konfederasyona Revenda Kurdistanî de tekez dikin ku divê mafên gelê Kurd di destûra herdemî ya Sûriyeyê de bi zelalî û bêyî tu nezelaliyê bên cîgirkirin, divê were qebûlkirin ku Kurd gelekî resen û pêkhateyeke bingehîn a wê axê ne û divê bi Kurdan re wekî welatiyê hejmar yek danûstandin were kirin, heman demê de, şert û merc e ku zimanê Kurdî were naskirin.
Li vir bi zelalî radigihînin, Konfederasyon li dijî her hewldan û planeke ku armanca wê lêdan an ji holê rakirina kiyana siyasî û îdarî yê Rojavayê Kurdistanê be. Em bawer dikin ku mayînde kirin û bihêzkirina vê kiyana Kurdistanî û çareserkirina bingehîn a pirsa Kurd, mifteya sereke ye ji bo bidestxistina Sûriyeyeke aram, ewle û xwedî paşerojeke geş. Bêyî çareserkirina dadperwerane ya doza Kurd, tu cûre aramî di Sûriyeyê de pêk nayê.
Ji bo vê armancê û wekî peyameke hişyarî û zextê, em dubare dikin ku xwenîşandana berfireh û girseyî ya sibe li bajarê Bonnê li welatê Almanyayê, armanca wê gihandina dengê nerazîbûn û helwesta me ya neguher a ji hemû cîhanê re ye. Em sibe hemû bi yek deng daxwaz dikin ku bi tu awayî mafên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê neyên paşguhkirin an jî neyên qurbankirina berjewendiyên siyasî yên demkî.
Serbilindî ji bo gelê Kurdistanê û parastî be kiyana Rojavayê Kurdistanê.
Bijî Kurd.. Bijî Kurdistan...
Konfederasyona Revenda Kurdistanî
30.01.2026