Nêçîrvan Barzanî: Endezyarê Li Pişt Perdeya Peymanê... Kilîla Bawerî û Çareseriyê
Nêçîrvan Barzanî: Endezyarê Li Pişt Perdeya Peymanê... Kilîla Bawerî û Çareseriyê
Piştî çendîn hefte ji pevçûnên leşkerî û metirsiya derketina şerekî mezintir, di encamê de hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) peymaneke nû îmze kirin. Malpera Amerîkî "Monitor": Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê rolekî "diyarker û sereke" di nêzîkkirina aliyan û dûrxistina metirsiyan li ser Rojavayê Kurdistanê de lîstiye.
Nêçîrvan Barzanî: Endezyarê Li Pişt Perdeya Peymanê
Amberin Zaman, şirovekar û rojnamevana navdar a karûbarên herêmê, di posta xwe ya li ser tora civakî X de, behsa rola bibandor a Serokê Herêma Kurdistanê kiriye.
Berî ku peyman bê îmzekirin, xanima rojnamevan û şirovekar nivîsîbû: "Eger peyman bi awayekî fermî bê îmzekirin, divê gelek pesin û spasî ji Nêçîrvan Barzanî, Mezlûm Ebdî û Lindsey Graham re bêne kirin."
Li gorî raporeke malpera (Monitor), di dema ku tîmên dîplomatîk ên Amerîkî bi gotûbêjan re mijûl bûn, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bêdeng û bi rêya pêgeh û têkiliyên xwe yên navneteweyî yên bihêz, hewl dida rewşê aram bike.
Rapor ku ji aliyê Amberin Zaman ve hatiye nivîsandin, eşkere kiriye ku Nêçîrvan Barzanî bi Franklin Graham, serokê saziya Billy Graham û yek ji kesayetiyên olî yên herî bibandor ên Amerîkayê re têkilî daniye. Di encama wê têkiliyê de, Graham nameyek ji Donald Trump, Serokê Amerîkayê re şandiye û jê xwestiye ku rêkar û tedbîrên pêwîst bigire ji bo rêgirtina li "tunekirina" gelê Kurd. Trump di bersiva xwe de nivîsîbû: "Hat cîbicîkirin. Donald."
Rapor balê dikişîne bi wê yekê ku Nêçîrvan Barzanî, ji ber ku bi Recep Tayyip Erdogan, Serokomarê Tirkiyeyê re têkiliyeke wî ya bihêz heye û di heman demê de ew bi tevahî cihê bawerpêkiriyê Mezlûm Ebdî, fermandarê HSD'ê ye, kariye wekî komkerê dijberan rol bilîze û rê li ber peymanê veke.