Xelkê bajaran hejartire ji yê gundan
Li dûmahiyêde babê wî gote kurê xwe.. kurê minê hêja min ji nû zanî ku kî hejar e!..

Herhîn Mihemed:
Mamostayekê zanîngehê di dîdarekê da ji bo rojnameya Evro diyar kir ku ew kesên li gundan dijîn ji aliyê tendirustî û saxlemiya leşî û derûnî ve ji kesên bajaran saxlemtirin û got: Jiyana gundan ya cûda ye ji jiyana bajaran.
Nizar Nurî Nêrweyî, mamostayê zanîngeha Dihokê, li dir ciyawaziya derûnê mirovên gundan ji mirovên bajaran bi vegêrana nimuneyekê diyar kir ku babekê zengîn li bajarî dijiya gote kurê xwe, kurê min em dê bo heta heftiyekê biçîne gundî li def kesukarên me yên hejar, merem û mebesta babê wî ew e bizanît zengînî li bajêrî çi nî'meteka mezine, kurê wî gotê başe bab. Çûne gundî bo mawê heftyekê û paşî vegeriyane bajar. Babê wî gote kurê xwe te çi dît kurê min, kurê wî gotê, ya min dîtî li gundî peywendiyên civakî gelek bihêz bûn, hemû kesên gundî pêkve kom dibûn û keyfxweş bûn û danustandinê dikirin mirov bunewerekê civakî ye û pêdivî bi hevdû û yekûdû heye.
Kurê ciwan zêdetir jî got: Xelk li gundî bi rêka van peywendiyan fêrî gelek keltur û dab û nerîtan û exlaq û rewştên ciwan û rêz û viyanê dibe. Heke berê xwe bidîn kesên li gundan dijîn tevger û reftarên baş û xelet her zu hest pêdikin.
Kurik hê zêdetir jî gote babê xwe, hemû pêkve yê kar dikin û xizmeta hevdû dikin, belê bab li bajarî ev cure peywendiye nîne ev e heta (20) salaya em li bajar hê jî em cîranê xwe nanasîn û dilovanî me bi pê re nîne. Bab te ji bo me xizmetkareka Filipînî aniye da ku xizmeta me bike û zarokên me jî ew xwedî û perwerde dike li gor kulturê welatê xwe.
Kurê ciwan di berdewamiya axaftinên xwe da got, me birkeka avê ya heye qebara wê (6 bi 12) ye belê li gund ewan rubarekê paqij heye û jêderê wê avê kanî ne û mirov dûmahiya wî rûbarî nabîne û ew jî wê ava paqij vedixwin û em li bajar ava plastîka ya bi sala li ber germê dimîne vedixwîn.
Bab guhdariya kurê xwe dike û kurê wî jî di axaftina xwe de berdewame û got: Ew kar dikin ji bo peydakirina berhemekê helal û xwemalî ku pêdiviye em hemû van cure berhemên xwemalî bixwîn ji bo tendirustî û saxlemiya me girînge. Lê belê li bajar em maddeyên xwarinê li markêtê dikirîn û zêdetirê wan dema wan li ser çûye û ewin ewên dewletên dijmin ji bo me çêdikin. Li bajar me baxçeyek heye û yê sînordar kiriye û çûn û geriyana di nava cihekê sînordarkirî dê bibe egerê hindê tûşî gelek cureyên nexweşiyên derûnî û laşî bibîn. Lê belê li gund ewan deşt û çiya hene û sînor nahêne diyarkirin hemû wekî bira têda bi azadî dijîn. Ev e dibe sedema wê yekê ku mirov dûr be ji nexweşiyên laş û bedenê wekî, nexweşiya şekrê û qeyrana dil û mejiyê û pestana xwînê û êşên giran û xemgînî û du diliyê û tirsê û gelekên din. Di nav bexçeyê mala me da çend darekên kêm hene û hindek gul, lê belê li gund bi milyonan dar hene zêdetirê wan daran dar çinar û dar berû û dar gûz û dar kizwan û çendîn cureyên gul û giyayan hene. Hem berhemekê didin hem jî oksîjenê berhem tînin û ew jî oksîjenê werdigrin. ji ber wê yekê li gund bêhna mirov xweştire ji ber zêdehiya oksîjenê û mirov saxlemtire. Her wisa dîmenekê xweşik heye her careke tu van dîmenan bibînî (1500) xirukên spî zêde dibin di nav xwînê da û karên van xirukên spî ewe berevaniyê ji bo laşê mirov peyda dikin bu wê çendê mirov biparêzin ji nexweşiyan, lê belê li bajar ji ber zêdehiya otombêlan û kargehah û ew kêm e.
Xortê ciwan zêdetir got: Oksîjen gelek kêm e ji ber vê çendê xelkê li bajar zêdetir tûşî nexweşiyan dibe ji aliyê derûnî û laşî ve, li bajar me seyek heye ew jî yê di nav malê da û dibe egerê gelek nexweşiyan. Lê belê li gund bi hezaran cureyên giyanewerên bi biha û berhemdar hene wekî mînak, pez berhemekê xwemalî jê tê berhem anîn û ji hiriya wî pezî doşek û lihêv dihêne çêkirin û sûda hiriyê geleke ji aliyê tendirustiyê ve wekî nehiştina îltîhaban û xeweke xweş û aram. Heta di çend vekolînekê da diyar buye ku kar kirina bi giyaneweran re mirov ji nexweşiyên derûnî dûr dixe û me jî li bajar qesreka ji konkrêtî (sabê û betonê) heye û li havînê germ û li zivistanê sar e û dibe sedema gelek nexweşiyan. Lê belê li gunda ewan xaniyên axê hene ji aliyê germê û sermayê ve gelek başin û mirov hest bi ziyanê nake di nav van cure xaniyan da û ji aliyê tendirustiyê ve gelek başin û me li bajar dîwarên bilind hene û kamera ji bo wê yekê ye me û tiştên me parastî bihêle. Lê belê li gundan tiştên wan yên li serê rêyan de jî kes nabe, ji ber ku peywendiyên wan bi hêzin û karê wan parastina hevdû ye.
Ewî ciwanî got: Zarokên me li bajar bes yên di odeyê û jur ve li ser telefonên destan û bi lîstok û yariyên elektronî ve girêdayîne ev e jî ji aliyê derûnî û laşî ve gelek xerabe. Lê belê zarokên wan ewên li gundan dijîn cureha yariyan dikin û ew enerjî û uzeyeka zêde werdigrin. Lewma bi şev zû radizin û dinivin û spîdê zû ji xew radibin an ku zarokên wan saxlemtirin ji zarokên bajaran.
Li dûmahiyêde babê wî gote kurê xwe.. kurê minê hêja min ji nû zanî ku kî hejar e!..