Kurd Bûn Çi Ye?
Em wekî Sîmurg in, neteweyek in ku ji xweliyê hatine dinê, lê hîn jî xewna aştiyê dibînin, hîn jî ji êşên xwe helbestên jiyanê dihûnîn.

Dema tu Kurd bî, tê wateya ku divê tu ji roja zayîna xwe ve di xwîna te de awazeke xemgîn hebe ku tu carî venamire, her weha di dilê te de birîneke herheyî hebe ku tu carî naxwaze baş bibe.
Tê wateya ku tu çavên xwe di cografyayeke xayin de vekî, ku laşê neteweya te di nav sînorekî bi destçêkirî de parçe parçe kiriye, her weha di siyaseta ku rê daye ku mafê te yê diyarkirina çarenûsa te her tim wekî pirsgirêkek paşxistî bê dîtin û dîrokeke kor ku tu carî qurbanîdanên te yên li ser lûtkeyên çiyayên serbilind, ku her kevirên wan çîroka têkoşerekî leheng tomar kirine, her weha ew geliyên berxwedêr ên ku lehengiya wan hildane, nehesibandiye.
Kurd bûn, tê wateya ku ji bav û kalên te, ne tenê çîrok, belku xwelîya malên şewitandî û gundên koçberkirî û talîya dûrxistinê û birînên canên te, ji te re mabe.
Her weha di hundirê te de bîranîna neteweyekî tevahî hildayî, neteweyek ku di çarenûsa wê ya nivîskî de ye ku divê li ser axa xwe bi xerîbî bijî, ji ber ku nexşeyan hîn hebûna wê nas nekiriye, ji ber vê yekê tu her tim di çavê cîhanê de li welatekî digerî ku bi mîlkê nayê nîşandan, belku bi hêsir û xwînê tê xemilandin.
Kurd bûn, tê wateya ku tu bibînî ku zordestî bûye biryareke siyasî ji bo qirkirina gelekî, hemû gunehê wê ew e ku cuda ye. Her weha tu nalîn û hawarên Helebceyê wekî zengekê ku tu carî denge xwe venamire bibihîsî û ruhê enfalkiriyan bibînî ku şeva te ya dirêj hembêz dikin û di guhê te de dibêjin: Li vir mirovahî di ceribandineke dijwar de bi ser neket.
Tê wateya ku tu bi çavên xwe bibînî ku erd çawa karesatekê di xwe de dihewîne ku navê wê Şingal e, ku tê de jinên wan di karwanê şermezariyê de hatine dîlgirtin, mêrên wan bi xwîneke sar hatin serjêkirin, zarokên wan jî bûn nêçîra birçîbûn û bêserûberiyê, di demekê de ku cîhan bi bêdengî lihevkirî û mirovahî bi buhayê herî kêm dihate firotin.
Kurd bûn, tê wateya ku tu di rêya rast de tenê bî, tu dizanî ku ezman ji bo te şahidiya mezlûmiyeta te dike, di demekê de ku hemû siyaset li ser redkirina te israrê dikin.
Kurd bûn, tê wateya ku divê tu bi bêdengiyê re şer bikî û ragihînî ku jiyan ji mirinê bihêztir e û bi şevê re têkoşîn bikî, ku asoyê sibehê yê ne mumkin her tê.
Kurd bûn, tê wateya ku tu bi serbilindî di rê de bimeşî, êşên xwe her tim hilgirî, û bizanibî ku her çend rojiya azadiyê li pişt ewrên trajediyan ve çûbe jî, lê rojek tê ku ew ji nû ve derdikeve.
Kurd bûn, tê wateya ku divê tu bawer bikî ku xwîn tirsê li dû xwe nahêle, belku israriyê dihêle, di demekê de ku tu bi destê xwe yê rastê pankarta dîroka xwe ya bi êş û zehmetiyan barkirî hilgirî û bi destê xwe yê din jî peyama aştiyê hilgirî, ji bo ku tu ji cîhanê re bibêjî: Em wekî Sîmurg in, neteweyek in ku ji xweliyê hatine dinê, lê hîn jî xewna aştiyê dibînin, hîn jî ji êşên xwe helbestên jiyanê dihûnîn.
Dr. Xalîde Xelîl