Lûleya Tivingê siyasetê birêve dibe an siyaset Tivingê birêve dibe?

Aug 24, 2025 - 14:10
Lûleya Tivingê siyasetê birêve dibe an siyaset Tivingê birêve dibe?

Siyaset di sadetirîn pênaseyê da, biyavekê hevpişke bo komeka "biker, hizr, kom û arasteyên siyasî" ku têda bi azadî mumareseya çalakî û cêbicêkirina bername û cîhanbînîya xwe ya siyasî biken. Ev çenda li Silêmanîyê rûdayî û gelek bûyerên dî, bo me diyar diket, ku siyaset li evî welatî çêkirina biyavekêye ku têda komek çalakîyên xwe biket û xwe bisepînît. Her kom û alîyekê bizava çalakîyên xwe biket û rêk lê bihête girtin, tiveng û tank û firoke li cihê diyalogê bi sanahîtir û bi leztir dawîyê bi ewî arasteyî dihînin, an ku li cihê siyasetê tivengê araste bike. Tiveng siyasetê araste diket! eve jî xeraptirîn terzê bi rêvebirinê ye û çêkirina jîwarekê ye, ewê bêhîvîbûnê çêdiket ku êdî diyalog û nivîsîn û axaftin bêhudene. Alîyekê dî jî, ewê amajeyê didete ku hêşta keltûrê diyalogê di nav me peyda nebûyne. Ewê dî, ewê ne ji hizirkirin û dîtina me, zatekê xweserê xudan biha û rêz nîne, ku bibîte eger ku pitir wî û xwe binyasîn, belkî dujminekê veşartîye her gava weku hizra min nebû yan dîtineka cuda hebû, dê bi lûleya tivengê bersîva ewê dem! anku hêşta em di qonaxa monologê / li gel xwe axaftinê ne. Helbet monolog li evê rê ew wateye nîne ya ku têramanê û hizirkirinê ku pitir li gel xwe rabiwestim û di rewşa têhzirînê da bim li dor mijar yan pirseka hebûnê û diyar kirî, belku monolog di evî dewruberî da ewe ku bi tinê xwe dibînim û bi tinê hizir û dîtina xwe rast bizanim! eve jî xeraptirîn corê hizir kirinê ye, ji ber ku rêkê li hizra cuda digirît.

Mixabin Silêmanîyê di dîrokê da cudahîyek li gel deverên dî hebû, ew jî ku keltûrê hizra cuda û fireh rengîyê hebû, nuke ew jî ya ber bi yekrengî û sepandina corekê hizirkirinê diçît, ku darê zorîyê û tivenge! bi tinê dê êk bûyera dîrokî vegêrim, da ku bibîte belge bo dîtina me ya li serî diyar kirî. Li sala 1922 yê Mistefa Paşayê Yamulkî dibîte Serokê "Komeleya Kurdistanê" û baregayekî li Silêmanîyê dadinît, biryarê didet ku ew kesên ji gundan dihên û pêguhera mita û dan û dikak û berhemê sipiyatîyê li gel xelkê Silêmanîyê diken, nabît ew bi şev bimînin li Silêmanîyê, da ku keltûrê bajêrê Silêmanîyê nehête têkdan. Li demê evê biryarê didet, xelk nerazî dibît û dirijîte ser baregayê wî û evê biryarê qebûl naket. Ev mînake ewê amajeyê didete ku siruştê xelkê Silêmanîyê sepandin û zalbûnê qebûl naken û xelkekê zindîye. Bi mixabinî ve piştî 100 salan evî keltûrê firerengîyê ne bi tenê geşe nekir, belku hate xendiqandin û ji navbirin! hindek siyasî û komên siyasîyên Silêmanîyê, Silêmanî gorî xwe kir û îdeolojî kirin. Heta ew astî bi tivengê bersîva hizra cuda bihêtedan, an ku êdî ew cudahîyên Silêmanî cuda dikir, neman.

Berî siyasî û opozîsyon bi wateya siyasî û hizbî li Silêmanîyê hebin, opozîsyoneka hizrî û eqlî û pirî yaxîbûn li Silêmanîyê hebû, hema her nivîsîn û roman û pertûkên Bextiyar Elî têra hindê hene mirov bo heta hetayê yaxî bibît. Li demê opozîsyona eqlî heyî, mirov husa dihate arastekirin ku ew bi xwe hizir biket û li ser mafxwerî û bêdadîyê bêdeng nebît û ji pêxemet bihayên bilind yaxî bibît, demê siyasîyan ev opozîsyona eqlî berev ya îdeolojiyayên berteng birî. Êdî mirov li gorey ewê ya em ji "Kantê Alman" fêr buyîn, şûna bo xwe armanc bît û tehqîqa zatê xwe biket, kire alav û wesîle heta radeyê kuştin û mirinê bo armancên filan siyasî û fîsar komê!

Xaleka dî bi giştî li salên derbaz buyî "hizb, siyasî, medya, perwerde û eşîretê" di civakê me da, mirovê Kurd berev zirtekî û zivirîyê araste kir. Mirovê zirtek û zivir, pîroz û ciwan û şirîn kir, heta ew radeyê mirovê zirtek dibûne profilên facebook û logoyên trumbêlan, eve hemî di çêkirina jîwarekê pirî xwîn û tehl da pişkdar bûn.

Xaleka dî Kurd qurbanîyê tundutîjiyê ye, qurbanîyek ku di proseya dûr û dirêja qurbanîya xwe da, toşî bi dehan corên çepandin û têkçûnên derûnî bûye, car kirîye sadîst car jî kirîye mazoşî, ka çend qurbanîyê trajediyayê û tundutîjîyê ye, hinde jî şeydayê ewê çendê ye ku bîte bikerê trajediya yê û tundutîjiyê! bi zimanekê dî, di rewşa hatin û çûnêdaye di navbera celadî û qurbanî, bo yên ji xwe bihêztir qurbanîye û bo yên ji xwe lawaztir celade! arîşeya herî mezin ya mirovê di hatin û çûnê da bît di navbera celadî û qurbanî da, car rolê celadî bigêrît car jî qurbanî, her ew dê jê hête çaverêkirin heta ser hestî tund û zivir û dilreq bît. Bo nimûne ewên di bûyera girtina Lahûrî da pişkdar, heman ew kesene yên bi evan rolan radibin, li demê Lahûrê bihêz qurbanîyên wî bûn, belê li demê Lahor bêhêz, celadên wî bûn! Ewê şeq li Lahûrî dayî, dûr nîne li demê Lahûr yê bihêz ji hemîya koletir bît! eve ew dîmenê bi metirsî bi başî nîşa me didet.

Xaleka dî mirovê zirtek tirsinoke û tirsa wî ya mezin ji mirinê, ew wusa tund û zirtek lê kirîye, ne ji ber ku jiyan bo wî ya bi bihaye weku mirovekê bi aqil serederîyê biket, belku bihayê jiyanê bo wî di ewê rêda kurt bûye ku bişêt heta dawî endaze zalbûn û tundîyê biket. Hevdijî li kîrêye di wê kêlîka ku pêdivîye biket, zirtekîya xwe biselmînît, berovajîya wê tirsnokîyê diselmînît, ew wêneyê di serê xelkî da çêkirî, karêzma û wêrek û dûpişk, ewî wêney diherfînît, lewra di navbera mirineka bi rûmet û jiyaneka bêrûmet, jiyana bêrûmet heldibijêrît!

Rêber Kurdo