Serok Nêçîrvan Barzanî bi Senatora Komarî ya Amerîkî re civiya

Serok Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanîna xwe ji bo Amerîkayê dûbare kir ji ber wan alîkarî û hevkariyên ku ji bo rûbirûbûna gef û metirsiyên terorê pêşkêşî Iraq û Herêma Kurdistanê dike.

Aug 24, 2025 - 16:04
Serok Nêçîrvan Barzanî bi Senatora Komarî ya Amerîkî re civiya

Nîvroya îro Yekşemê, 24.08.2025, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Senatora Komarî ya Amerîkî xanima Joni Ernst, endama Komîteya Hêzên Çekdar li Encûmena Pîran a Amerîkayê û şandeke pê re kir.

Di civînê de, piştgiriya Amerîkayê ji bo parastina aramî û seqamgîriya Iraqê, rewşa ewlehiyê ya Iraq û Herêma Kurdistanê, gef û metirsiyên DAIŞê li Iraq û Sûriyê û pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn û bandorên wan li ser navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekezî li ser girîngiya hevkariya hevbeş a Amerîka, Iraq û Herêma Kurdistanê kirin ji bo parastina aramî û seqamgîriya welat û rûbirûbûna livîn û gefên rêxistina terorîst a DAIŞê ku hîn jî metirsiyeke rasteqîn e ji bo ewlekarî û aramiya Iraq û Sûriyê.

Serok Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanîna xwe ji bo Amerîkayê dûbare kir ji ber wan alîkarî û hevkariyên ku ji bo rûbirûbûna gef û metirsiyên terorê pêşkêşî Iraq û Herêma Kurdistanê dike.

Ji aliyê xwe ve, xanima Ernst tekezî li ser pabendbûn û berdewamiya piştgiriya Amerîkayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir. Her wiha aramî û seqamgîriya navxweyî û yekbûn û yekrêziya hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê wek pêwîst û girîng bi nav kir.

Di civînê de, ku Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Herêma Kurdistanê jî amade bû, çend mijarên din ên girîng ên hevbeş hatin nirxandin.