Egîdê Biçûk ê Sêrtî Bû Şampiyonê Tirkiyê
Muhammed, Ji Bo Ku "Bêdeng Be" Ji Bo Boksê Hatibû Şandin, Lê Ew Bi Madalyaya Zêrîn Vegeriya

Sêrt - Kurdistan: Muhammed Sagir ê 12 salî, ku li Sêrtê ji aliyê malbata xwe ve ji bo "bêdeng bimîne" û mijûlî karekî bibe ji bo werzîşê hatibû şandin, di şampiyoniya xwe ya yekem a boksê de madalyaya zêrîn bidest xist.
Serkeftineke Mezin di Şampiyoniya Yekemîn de
Muhammed, ku kurê Kurdekî bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê ye, li Dibistana Navîn a Hürriyet a bajarê Sêrtê dixwîne, sala borî ji aliyê malbata xwe ve li klûbeke boksê ya taybet hatibû nivîsandin. Muhammed di demeke kurt de xwe pêş xist û di meha Tîrmehê de beşdarî Şampiyoniya Boksê ya Takekesî ya Tirkiyeyê ya Komeleyên Boksê yên Herî Biçûk bû ku ji aliyê Federasyona Boksê ya Tirkiyeyê ve li Tokatê hatibû lidarxistin. Muhammed her pênc maçên xwe qezenc kir û madalyaya zêrîn bidest xist.
Muhammed, piştî dibistanê û di dawiya hefteyan de bi rêk û pêk perwerdehiyê dike û ji bo pêşbirkên sala bê xwe amade dike.
"Şampiyonbûn Hesteke Xweş e"
Muhammed Sagir diyar kir ku ew kêfxweşiya bidestxistina madalyaya zêrîn di şampiyoniya xwe ya yekem de jiyaye. Wî got ku armanca wî ya herî mezin ew e ku di şampiyoniyên Ewropayê û cîhanê de jî başdar bibe.
Muhammed wiha got: "Dema ez çûm boksê kesî bawerî bi min nedianî. Malbata min û derdora min jî bawerî bi min nedianîn, lê mamosteyê min bawerî bi min anî. Em bi hev re biser ketin. Dema me madalyaya zêrîn girt, em bi mamosteyê xwe re giriyan. Şampiyonbûn hesteke xweş e. Ez dixwazim di pêşerojê de şampiyoniyan bidest bixim û ala me bilind bikim."
"Me Ew Ber Bi Werzîşê ve Teşwîq Kir Da ku Ew Ber Bi Cihên Xerab ve Neçe"
Antrenor Selami Gül jî destnîşan kir ku Muhammed di demeke kurt de pêşketineke mezin nîşan daye û got: "Muhammed zarokekî malbateke ku li taxa derdorê dijî û rewşa wan a maddî ne baş e. Dema malbata wî got ku zarok serhişkî dike, me ew ber bi werzîşê ve şandin. Şikir ji Xwedê re, di şampiyoniya xwe ya yekem de 5 maç qezenc kir û bû şampiyonê Tirkiyeyê. Dema wî madalyaya zêrîn bidest xist, me herduyan jî nekarî xwe ragirin. Ev ji bo min bû bîranînek bêhempa ya ji bo tevahiya jiyanê."