Ji Japonya Xwestin Şîrketên Xwe yên Li Kurdistanê Zêdetir Bikin
Dizeyî spasiya hewl û kedên Hikûmeta Japonê kir ji ber projeyên stratejîk ên ku li Herêma Kurdistanê bi taybetî bi rêya ajansa JICA pêk anîne
Berpirsê Peywendiyên Derve Pêşwaziya li Balyozê Japonê li Iraqê û Berpirsê Nivîsîngeha Konsulxaneya Japonê li Herêma Kurdistanê Kir
Îro Sêşem, 09/09/2025, Sefîn Muhsîn Dizeyî, Berpirsê Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Akîra Indo, Balyozê Japonê li Iraqê û Hitoshi ishizuka, Berpirsê Nivîsîngeha Konsulxaneya Japonê li Herêma Kurdistanê kir.
Di destpêka civînê de, Balyozê Japonê spasiya sazî û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji ber hêsankarî û alîkariyên ku ji bo rêvebirina karûbarên wan û xurtkirina zêdetir a têkiliyên di warên cûda de pêşkêşî wan kirine. Herwiha daxwaza ahengî û karkirina zêdetir bi hev re kir.
Dizeyî spasiya hewl û kedên Hikûmeta Japonê kir ji ber projeyên stratejîk ên ku li Herêma Kurdistanê bi taybetî bi rêya ajansa JICA pêk anîne. Her wiha amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Fermangeha Peywendiyan nîşan da ji bo hevkarî û hevahengiyê, bi mebesta xurtkirina zêdetir a têkiliyên bazirganî û aborî û kişandina zêdetir şîrketên Japonî bo Herêma Kurdistanê.