Peywendiyên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransayê nirxandin

Serok Mesûd Barzanî û Yann Braem Konsulê Giştî yê Fransa li Hewlêrê, peywendiyên dostane ya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransayê de nirxandin

Jul 29, 2025 - 15:46
Peywendiyên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransayê nirxandin

Roja sêşema 29ê tîrmeha 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Yann Braem Konsulê Giştî yê Fransa li Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de balkişandin li serşhatên navçeyê bi giştî û her wiha di derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her li vê hevdîtinê de tekez li ser peywendiyên dostane ya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransayê kirin.