Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê NY kir

Berî nîvro ya îro sêşem 29.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi birêz Mihemed El Hessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî û Berpirsê Serokê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê re civiya.

Jul 29, 2025 - 14:45

Li civînê de rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr ـ Bexda û gotûbêjên di navbera wan ya ji bo çareserkirina kêşeyan û êrîşên dronî yên li ser Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin. Her wiha di derbarê rol û karnameya tîma Neteweyên Yekgirtî ya ji bo vê dema ku li Iraqê maye de, danustandina bîr û ramanan kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî bilind nirxandina amadehî û rola NY li Iraqê, tekez li ser pêwîstî û girîngiya çareserkirina kêşeyên Hewlêr ـ Bexda bi rêya gotûbêj û mîsogerkirina şandina mûçe û şayesteyên darayî yên Herêma Kurdistanê li gor peymanan kir. Her wiha rêgirîkirina li êrîşên dronî yên li ser Herêma Kurdistanê, bi pêwîstiyeke ji bo aramî û ewlehiya welat da zanîn.

Ji aliyê xwe ve, birêz El Hessan ji bilî derbirîna dilgiraniyên xwe yên li ser êrîşên dronî û pêwîstiya rê lê girtina wan, hemû piştevaniyeke Neteweyên Yekgirtî ya ji bo çareserkirina kêşeyên Hewlêr ـ Bexda û şandina şayesteyên darayî yên Herêma Kurdistanê û parastina aramî û ewlehiya welat, dûpat kir.

Pêşhatên dawî yên rewşa Rojhilata Navîn, mijareke dinê vê hevdîtinê bû.