Agit Kabayel: Ev Tenê Destpêk e.
Agit Kabayel: Ez Nûnertiya Her Du Gelan Dikim, Xewna Min Şampiyoniya Cîhanê Ye
Şampiyonê boksê yê WBC, Agit Kabayel, li ser tora civakî ya Facebookê peyamek belav kir ku tê de li ser nasnameya xwe ya dualî û armancên xwe yên di cîhana boksê de ronî kir. Kabayel, yê ku pir caran bi pirsa "Ji bo kîjan welat şer dikî?" re rû bi rû dimîne, tekez kir ku ew ne hewce ye ku di navbera her du nasnameyan de hilbijêre û ew bi serbilindî nûnertiya hem gelê Kurd hem jî gelê Alman dike.
Kabayel di peyama xwe de wiha got: "Ez li Almanya hatime dinê, li vir mezin bûme û beşek ji vê civakê me. Di heman demê de ez xwediyê reseniya, çand û dîroka malbata xwe me." Wî anî ziman ku demeke dirêj wî nizanîbû bersiva vê pirsê çawa bide, lê niha ew gihîştiye wê baweriyê ku "pêdivî bi biryarê nîne" û "rêya min nîşan dide ku herdu jî gengaz in."
Kabayel bal kişand ser serbilindiya xwe ya ku wî "Kurdistan anî ser qada cîhanê" û di heman demê de beşdarî avakirina boksê li Almanyayê kiriye. Wî bi qenaeteke tam diyar kir: "Îro ez dikarim bi baweriyeke tam bibêjim: Ez nûnertiya herdu gelan dikim."
Armanca şampiyonê boksê zelal e: Dîrokê binivîse. Agit Kabayel dixwaze bibe "yekem Kurd şampiyonê cîhanê yê giraniya giran" û di heman demê de "yekem Alman şampiyonê giraniya giran ji bo nêzîkî 100 salan."
Peyama wî bi gotinên "Du al, yek xewn: Şampiyonê cîhanê yê giraniya giran," û herwiha bi spasdarî ji bo piştgirîyê û tekezkirina ku "ev tenê destpêk e," bi dawî bû. Ev daxuyaniya Kabayel ji aliyê şopînerên wî ve bi erênî hat pêşwazîkirin û careke din nîşan da ku ew di dilê herdu civakan de xwedî cihekî girîng e.
Ev e jî peyama Agit Kabayel e.
"Ji bo kîjan welat şer dikî?"
Ez li Almanya hatime dinê, li vir mezin bûme û beşek ji vê civakê me.
Di heman demê de ez xwediyê reseniya, çand û dîroka malbata xwe me.
Demeke dirêj min nizanîbû bersiva vê pirsê çawa bidim.
Heta wê demê min zanîbû: Pêdivî bi biryarê nîne.
Rêya min nîşan dide ku herdu jî gengaz in.
Bi serbilindî min Kurdistan anî ser qada cîhanê -
û di heman demê de min beşdariya avakirina boksê li Almanyayê kir.
Îro ez dikarim bi baweriyeke tam bibêjim:
Ez nûnertiya herdu gelan dikim.
Armanca min zelal e: Dîrokê binivîsim -
wekî yekem Kurd şampiyonê cîhanê yê giraniya giran
û wekî yekem Alman şampiyonê giraniya giran ji bo nêzîkî 100 salan.
Du al, yek xewn: Şampiyonê cîhanê yê giraniya giran.
Spas ji bo piştgiriya we.
Ev tenê destpêk e.
https://www.facebook.com/photo/?fbid=1450441979770470&set=a.318233769657969