Revenda Kurdistanî li Ewropa, Kanada û Amerîkayê daketin ser kolanan

Dijî êrîşên artêşa Erebiya Sûriyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê, Revenda Kurdistanî li Ewropa, Kanada û Amerîkayê daketin ser kolanan

Jan 15, 2026 - 11:43
Revenda Kurdistanî li Ewropa, Kanada û Amerîkayê daketin ser kolanan
Dijî êrîşên artêşa Erebiya Sûriyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê, Revenda Kurdistanî li Ewropa, Kanada û Amerîkayê daketin ser kolanan

Di peyameke neteweyî ya yekgirtî de û ji bo piştgirîkirina berxwedana Rojavayê Kurdistanê, Konfederasyona Revenda Kurdistanî li Diyasporayê, bi rêya navendên xwe yên li Ewropa, Amerîka û Kanadayê, rêze xwepêşandan û çalakiyên girseyî yên berfireh rêkxistin. Ev tevger weke bersiveke bilez û tund li hember êrîşên leşkerî yên Artêşa Erebiya Sûriyê û Hikûmeta wê ya demkî li ser deverên cuda yên Rojavayê Kurdistanê hat, ku tê de revenda Kurdî daxwaza rawestandina demildest a tawanên li dijî wan û parastina aramiyê li herêmê kirin.

Helwestên Neteweyî

Ev kampanyaya cîhanî ya ku Konfederasyona Revenda Kurdistanî birêve dibe, di demek metirsîdar de ye ku tê de kiyana siyasî û mirovî li Rojavayê Kurdistanê rastî gefên ciddî yên Hikûmeta Şamê hatiye. Konfederasyonê bi rêya navendên xwe yên li welatên rojava, hewlên xwe zêde kirine ji bo ku zextê li navendên biryarbidest yên navneteweyî bike, da ku pêşî li her hewldaneke leşkerî ya ku armanca wê têkbirina aştiyê û dagirkirina axa Kurdistanê ji aliyê artêşa Sûriyê ve ye, bigire.

Almanya… Navenda Çalakiyên Konfederasyonê

Navendên konfederasyonê yên li Almanyayê mezintirîn û berfirehtirîn çalakiyan encam dan. Rêze xwepêşandan di 09/01/2026 de li bajarê Berlîna paytext dest pê kirin. Piştre, di 10/01/2026 de, bajarên (Essen, Wolfsburg, Bremen û Mönchengladbach) bûn qada nerazîbûna revenda Kurdî. Ev pêla nerazîbûnê di 11/01/2026 de bajarên Herne û Aachen jî li ber Parlamentoya Nordrhein-Westfalen girt, ku tê de tekez li ser piştgiriya bê şert û merc ji bo Rojavayê Kurdistanê hate kirin.

Brîtanya û Belçîka… Peyam ji bo Navenda Biryara Ewropayê

Li Brîtanyayê, navendên konfederasyonê di 10/01/2026 de li her du bajarên London û Manchester revenda Kurdistanî anîn ser kolanan. Herwiha li Belçîkayê, çalakiyan aliyekî dîplomatîk li xwe girtin. Di 10/01/2026 de li ber rawestgeha trênê ya (Brussels Nord) û di 11/01/2026 de li ber Parlamentoya Ewropayê li Brussels, xwepêşandanên nerazîbûnê hatin lidarxistin ji bo gihandina dengê gelê Kurd bo navenda siyasî ya Yekîtiya Ewropayê.

Li Fransa, Norwêc û Luksembûrgê

Di berdewamiya nerazîbûnên revenda Kurdistanî yên li Diyasporayê de, navendên konfederasyonê yên li Luksembûrgê di 10/01/2026 de çalakî lidar xistin. Li Fransayê jî, bajarê Toulouse di 11/01/2026 de bû navenda komcivîna Kurdistanîyan. Her di heman rojê de, ango di 11/01/2026 de, li bajarê Oslo ya paytexta Norwêcê, revenda Kurdî bi tundî êrîşên artêşa Sûriyê şermezar kirin.

Amerîka û Kanada… Dengê Kurd li aliyê dinê Zeryayan

Konfederasyona Revenda Kurdistanî, bi rêya navendên xwe yên li Amerîkaya Bakur û Kanadayê, karî dengê nerazîbûnan bigihîne wî parzemînî jî. Li Kanadayê, di 10/01/2026 de li bajarê Vancouver û di 11/01/2026 de li bajarê Edmonton, xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin. Ev çalakî, ku hevdem bi tevgera navendên konfederasyonê yên li Amerîkayê re bûn, îsbat kirin ku Kurdên diyasporayê di bin sîwaneke neteweyî ya yekgirtî de ne ji bo parastina mafên gelê Kurd li hember her êrîşeke hikûmeta demkî ya Sûriyê.