Serok Barzanî pêşwaziyê li Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Hewlêrê kir
Serok Barzanî pêşwaziyê li Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Hewlêrê kir
Roja Yekşema 26ê Tîrmeha 2026an, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Tomaso Sansone Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Hewlêrê kir.
Di hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Hewlêrê ji bilî bal kişandina li ser serdana Serok Barzanî ya meha Kanûna Duyem a îsal bo Romayê û peywendiyên dîrokî yên di navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê de, tekez li ser daxwaza welatê xwe ya ji bo kûrtirkirina dostanî û peywendiyên di navbera herdu aliyan de kir.
Her di wê hevdîtinê de ronahî xiste ser rewşa siyasî û dawîn pêşhatên ewlehiyê yên navçeyê û peywendiyên di navbera hikûmeta nû ya Iraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de.
Rewşa Sûriyê û pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê mijarên din ên vê hevdîtinê bûn.