Rêjeya Qada Kesk Li Hewlêrê Zêde Bûye

Rêjeya Qada Kesk Li Hewlêrê Zêde Bûye, Zêdetirî Milyonek û Nîv Dar û Kulîlk Hatine Çandin

Dec 31, 2025 - 12:22
Rêjeya Qada Kesk Li Hewlêrê Zêde Bûye
Rêjeya Qada Kesk Li Hewlêrê Zêde Bûye, Zêdetirî Milyonek û Nîv Dar û Kulîlk Hatine Çandin

Li gor daxuyaniyeke Omed Xoşnaw Parêzgarê Hewlêrê, li parêzgeha Hewlêrê rêjeya qada kesk bi awayekî berçav hatiye zêdekirin.

Di sala îsal de, li gor sala borî, rêjeya çandina dar û kulîlkan bi rêya hersê şitilgehên Endezyariya Parkan ji sedî 20 zêde bûye. Heta niha 128 hezar û 341 dar, ligel 106 hezar û 527 kulîlk hatine çandin, ku ev rêje di şeş salên borî de nehatiye bidestxistin.

Darên hatine çandin ji cureyên (Sîsem, Elbîzya, Dedoniyan û Pê Hîşter) bûn, ji ber ku ev dar li hemberî keşûhewaya bajarê Hewlêrê berxwedêr in. Piraniya van daran li giravên navendî yên nû an jî li şûna darên hişkbûyî û şikestî hatine çandin.

Ji bilî karê çandinê, îsal zêdetirî 73 cîhên wek park, bexçe, fîşqan, kolanên sereke û giravên navendî hatine nûjenkirin.

Li ser zêdekirina qada kesk a bajêr li ser bingeheke plansazkirî kar tê kirin. Di heyama Kabîneya Nehem de, zêdetirî milyonek û nîv dar û kulîlk li seranserê Hewlêrê hatine çandin. Ji bilî vê, fîdan ji bo şaredariyên Soran, Akrê, Şeqlawe û Berdereş jî hatine şandin, û beşek ji wan jî dane mizgeft, dibistan û welatiyan.