Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî Ji Bo Sala Nû Ya 2026an
Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî Ji Bo Sala Nû Ya 2026an
Sala nû ya Zayînî (2026) bi germî li hemû Kurdistaniyên hezkirî bi hemû pêkhatên xwe ve, li kesûkarên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlehiyê û hemû gelên Iraq û cîhanê pîroz dikim. Hêvîdar im sala nû, bibe sala pêkhatina hêviyan, bidawîhatina qeyranan û vebûna deriyê xêr û xweşiyê ji bo hemûyan.
Bila hatina sala nû bikin derfetek ji bo vekirina rûpeleke nû ku tê de nakokiyan bavêjin aliyekî û ruhê lihevkirin, lêborîn û yekrêziyê di navbera hemû hêz û aliyên siyasî û pêkhateyan de serdest bibe. Hêza me di qebûlkirina hevdu, bi hev re jiyan û bi hev re karkirinê de ye ku tenê garantiya parastina destkeftiyên me û mîsogerkirina mafên me yên destûrî ye.
Li ser asta Iraqê jî em hêvîdar in ku sala nû, bibe sala çareserkirina bingehîn a pirsgirêkan li ser bingeha destûr û hevkariya rastîn. Herêma Kurdistanê wek her dem destpêşxer û amade ye ji bo diyalog û lihevkirinê. Wek her dem, ew ê bibe faktorek aramî û ewlehiya li herêmê û li her derê cîhanê be, bi her awayî piştgiriyê dide aştiyê.
Kurdistaniyên xweşdivî,
Bila em bi hêvî û geşbîniyê li paşerojê binêrin. Em we piştrast dikin ku em ê her hewlekê bidin da ku sala 2026, bibe sala cîbicîkirina aramî û baştirbûna jiyan û debara welatiyan. Baweriya me bi şiyan û enerjiya ciwanan û dilsoziya gelê Kurdistanê heye ji bo avakirina paşerojeke geştir.
Sala nû li we hemûyan pîroz be,
Her şad û serfiraz bin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
31.12.2025