Serkaw Hadî: Çaksazî û Paksaziya Çanda Kurdî
Serkaw Hadî: Çaksazî û Paksaziya Çanda Kurdî
Axaftinek li ser Bingehên Nasnameya Kurdî û Pêşketina Çandî: Bangek Ji bo "Paqijkirina Çandî" û Xwe-Avakirina Neteweyî
Di vîdeoyeke dawî de, nivîskar û rewşenbîrê Kurd Serkaw Hadî Ayzê li ser tora civakiya Tiktokê bi awayekî tund û zelal girîngiya reform "çaksazî" an "paksazîya çandî" anî ziman, û destnîşan kir ku ji bo ku kesayetiyeke gelê Kurd bixwaze li cîhanê biguhere û pêwîste ji xwe destpêbike û nasnameya xwe ya neteweyî ava bike, divê ji guhertina takekesî dest pê bike. Ayzê bal kişand ser çend xalên bingehîn ên girêdayî nav, ziman, nasîna welat û avakirina dewletê.
Navên Kurdî wekî Pêngava Yekem a Serxwebûnê
Rewşenbîrê Kurd Ayzê tekez kir ku "Kurdbûn û Kurdistanîbûn" pêvajoyeke zanistî û hişmendî ye, ne tenê rewşek sirûştî ye. Ji bo ku mirov bibe takekesekî serbixwe û xwe bibîne û binasê, divê gava yekem ji guhertina navê xwe û ji kesayetiya xwe dest pê bike. Ayzê got, "Eger navê te Erebî, Farisî an Tirkî ye, biguherîne." Serkaw Hadî Ayzê destnîşan kir ku di dîrokê de, di hin beşên Kurdistanê de dibe ku bav û dayik neçar bûbin ku navên biyanî li zarokên xwe bikin, lê li Başûrê Kurdistanê ev rewş di 50 salên dawî de guheriye û êdî neçarî nemaye. Ji ber vê yekê, berdewamiya bikaranîna navên biyanî, bi dîtina Ayzê, nîşaneya koletiyê û nebûna hebûneke serbixwe ye. Nivîskar Ayzê pêşniyar kir ku divê navên binemalî yên Kurdî yên kevnar, mînak Newrozî, Şêrmênî, Gerdî, an jî navên pîşeyan ên wekî Asinger (Hesinkar), Dartaş (Darçêker) û wekî van paşnavan bêne bikaranîn, ji ber ku ev nav beşek ji çanda Kurdî ne û pir xweşik in.
Parastina Zimanê Kurdî û Fêrbûna Zaravayan
Girîngiya ziman wekî stûna nasnameya Kurdî, di axaftina Ayzê de cihekî sereke girt. Rewşenbîrê Kurd anî ziman ku divê her Kurd, ji bilî zimanê xwe yê zikmakî, bi kêmanî du zaravayên din ên Kurdî, bi taybetî Kurmancî û Soranî, baş bizane. Sedema vê yekê jî ew e ku piraniya ragihandin û berhemên Kurdî di van her du zaravayan de ne, û bêyî zanîna wan, mirov nikare bi tevahî çanda xwe fêm bike û bi gelê xwe re têkiliyê deyne.
Serkaw Hadî Ayzê bang kir ku dema bi Kurdî tê axaftin, divê ziman ji peyvên Erebî, Farisî û Tirkî yên nepêwîst bêne paqijkirin. Ayzê tewqez kir ku "silav" jî divê bi Kurdî be, û bersiv nedin wan kesên ku bi Kurdî silavê nakin. Ayzê tekez kir ku bikaranîna peyvên biyanî, nemaze di silavan de, ji aliyê "Îslamîstên siyasî" ve li Kurdistanê hatiye belavkirin, ne ji aliyê misilmanên rastîn ve. Ayzê diyar kir ku misilmanên rastîn navên Kurdî li zarokên xwe dikin, lê îslamîstên siyasî "pîs in" û gemar in.
Tevî bangawaziya ji bo parastina zimanê Kurdî, wî destnîşan kir ku fêrbûna zimanên biyanî yên wekî Erebî, Farisî û Tirkî ji bo Kurdan girîng e, bi taybetî ji bo armancên stratejîk. Lêbelê, wî hişyarî da ku dema bi van zimanan tê axaftin, divê mirov bi xweşikî biaxive û wan tevli Kurdî neke, da ku zimanê Kurdî yê "şêrîn" pîs û kirêt nebe.
Nasîna Welat û Avakirina Dewleteke Şaristanî
Di beşa din a axaftina xwe de, nivîskar girîngiya geşt û rêwîtiya hundirîn li seranserê Kurdistanê anî ziman. Ayzê bang kir ku divê mirov serdana bajar û herêmên cuda yên Kurdistanê bike, da ku erdnîgarî û dîroka welatê xwe nas bike û têkiliya xwe bi axa xwe re xurt bike. Herwiha, Ayzê got ku divê Kurd pereyên xwe li bajarên Kurdî xerc bikin, da ku aboriya herêmî geş bibe û girêdana neteweyî were xurtkirin.
Di dawiyê de, axaftvan diyar kir ku avakirina dewletê projeyeke şaristanî ye, ne tiştekî sirûştî ye. Ayzê got, "Mirovê sirûştî nikare dewlet ava bike; mirovê şaristanî dikare dewlet ava bike." Şaristanîbûn jî, mîna her tiştî, ji kesane dest pê dike. Ayzê bi tundî piştgirî da "têkelbûn" û yekîtiya Kurdan, bi taybetî di navbera zaravayên cuda de, ji bo pêşkeftina neteweyî û avakirina civakeke hişmend û pêşketî.
چاکسازی و پاکسازی کەلتووری. لە کوردبوونی سروشتییەوە بۆ کوردبوونی شارست... | TikTok