Serok Nêçîrvan Barzanî: Ev Hilbijartin ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê pir girîng e
Serok Nêçîrvan Barzanî: Ev Hilbijartin ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê pir girîng e

Êvara îro çarşemê, 08/10/2025, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, beşdarî paneleke Diyaloga Salane ya Enstîtûya Lêkolînan a Rojhilata Navîn bû, ku bi navê (Dariştina Siberojê, Dîtinên ji bo Aştî û Bexteweriyê) hatibû lidarxistin.
Birêz Barzanî di gotûbêjekê de bal kişan de ser têkiliyên Hewlêr-Bexda û hilbijartinên siberojê yên Encumena Nûneran a Iraqê û têkiliyên Herêma Kurdistanê di asta herêmî û cîhanî de. Ev a li jêr, naveroka wê gotûbêjê ye:
- Dîtin û stratejiya serkirdayetiya Kurd ji bo Iraq û herêmê çi ye?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Spas ji bo cenabê we û amadevanên hêja. Em li Herêma Kurdistanê beriya sala 2003an, rewşeke nêzîkî ya niha hebû. Ji aliyê aborî ve em ne ew qas baş bûn wekî niha, lê bi qasî niha bûyîn. Amerîkî hatin û ji me re gotin û me razî kirin ku Iraqeke nû li pêşiya me ye, ku bingeha wê demokrasî û federalî ye. Em wek Kurd, bi taybetî serkirdayetiya Kurd, Xwedê jê razî be Mam Celal û temenê cenabê Serok Barzanî dirêj be, tiştên ku ji bo Iraqeke nû pêwîst bûn, qet kêmasiyek nekirin.
Em bi wê hêviyê bûn ku Iraqeke bê, dawî li wan neheqî û wêraniyan bîne ku hatine serê Kurdan. Eger pirs ev be: Piştî 20 salan me çi destkeftî bi dest xist? Bi dîtina min, destûra Iraqê bi xwe wek belgeyeke destkeftiyeke mezin bû ji bo Herêma Kurdistanê, divê em wê kêm nebînin.
Ew belgeya ku hin mafên Kurdan û hemû pêkhateyan nas dike, ne tenê Kurdan, divê em wê kêm nebînin, divê em wê wekî destkeftiyeke mezin bibînin, lê pirsgirêka mezin ev e ku gelo ev destûr hatiye cîbicî kirin? Ez dikarim bersiva wê pirsê bi "Na" bidim.
Hemû pirsgirêkên ku em îro li Kurdistanê bi Bexdayê re dibînin, li ser petrol, budce, madeya 140 û Pêşmerge, hemû ji yek tiştî derdikevin, ew jî ev e ku heta niha destûra Iraqê wekî xwe nehatiye cîbicîkirin. Rewşa Iraqê bi vî awayî ye; eger tu ji Şîeyên Iraqê bipirsî, her dem tirsa wan ji rabûriyê hebûye, rabûrî wisa bû û wisa bi wan re anîn. Eger tu ji Sunneyan bipirsî, dibêjin, siberoj ne diyar e. Eger tu ji Kurdan jî bipirsî, dibêje: Ne rabûrî, ne niha û ne jî pêşeroj! Tirseke wî heye, tirseke wî heye ku ev e ber bi ku ve diçe?!
Ez difikirim ku eger em bixwazin Iraqeke bextewar ji aliyê siyasî, civakî û aborî ve bibînin, şerta yekem pêdagirbûne bi destûra Iraqê ve. %80 ji gelê Iraqê deng dane destûrê, me jî deng daye wê. Pir baş tê bîra min, dema ku destûr hate nivîsandin, birêz Serok Barzanî ji Bexdayê vegeriya, got: "Hemû mafên me tê de nîn in, lê destkeftiyên wê yên mezin jî tê de hene."
Pirsgirêka herî mezin a Iraqê ew e ku heta niha kes nizane sîstema Iraqê federalî ye an navendî ye. Ji aliyê pratîkî yê rojane ve, gelekî navendî ye, li jor jê re tê gotin Iraqeke federalî, lê di naverokê de Iraq her tişt e lê bes federalî nîne.
Tiştê ku ew bi Herêma Kurdistanê re dikin, di tu sîstema federalî de nayê dîtin, tiştê ku Iraq bi Herêma Kurdistanê re dike, navendparêziyeke pir xurt e. Carekê di civînekê de bi (Çarçoveya Koordînasyonê) ya ku ji hêzên Şîa pêk tê re, min got: Birayên min, bila ez bi we re zelal bim, dema hûn li Herêma Kurdistanê dinêrin, ne tenê hûn difikirin ku reftarên Herêma Kurdistanê ne yên welatekî federalî ye, lê hûn xwe wek dewleteke xwedî serwerî dihesibînin, lê tiştê ku em jî ji Hewlêrê li we dinêrin, reftarên we bi Herêma Kurdistanê re ew qas navendî ne, her tişt e lê federalî nîne. Werin em bi hev re rûnin û bibînin ka em li ku derê hev digirin. Herêma Kurdistanê niha jî dixwaze (min ev gotin gelek caran gotiye, niha jî dubare dikim) bi bawerî bi xwebûnê ez vê dibêjim ku Herêma Kurdistanê bawer dike ku kûrahiya stratejîk a Herêma Kurdistanê; Bexda ye.
Ev ne ji bo siyasetê ye û ne jî ji bo propagandayê ye, divê em bi Bexdayê re bigihîjin encamekê. Cenabê we behsa hilbijartinan kir, sala 2005 qonaxek bû li Iraqê ku sîstema demokrasî li vî welatî hat destnîşan kirin. Demokrasî ne tenê her çar salan carekê beşdarî hilbijartinan bibî, digel vê yekê, ew ne pêvajoyek kêm e. Îro serokwezîrê berê min wek kesekî asayî dît, ev di Iraqê de guherîneke pir mezin e, Iraqiyan ev nedîtibû, tenê dîtibûn ku yek kes hukmê wan kiriye.
Pêvajoyek demokratîk li Iraqê heye, bi rastî divê em ji bo vê yekê destxweşiyê bikin, lê gelo ev bes e, an jî ne bes e? Ew mijareke din e.
Demokrasî ne pakêtek e ku tu wê diyarî welatekî bikî, xeletiya mezin a sala 2003an ew bû ku wan digot demokrasî diyariyek e, demokrasî jiyana rojane ye. Gelo demokrasîya Kurdistanê temam e û ti pirsgirêka wê tune ye? Belê heye. Lê em bawerin ku em li ser riyeke rast in, digel hemî kêmasiyên ku me hene. Demokrasî ne diyariyek e ku hûn bidin neteweyekê, ew pratîka jiyana rojane ye, ji bo gihîştina neteweyan bi wê qonaxê re demeke pir dirêj hewce dike.
Ez bawer dikim ku ev hilbijartinên li pêşiya me pir girîng in, piştî sala 2005an ev hilbijartina herî girîng e li Iraqê, ev ne kampanyaya hilbijartinê ye, ez dixwazim girîngiya hilbijartinê destnîşan bikim, hilbijartinên 2005an çiqasî ji bo demokrasiya Iraqê girîng bûn, ev hilbijartin jî qonaxeke nû ye li vî welatî ku divê hemû Iraqî vê pirsê pir girîng bizanin û wê berpirsiyariyê jî bicî bikin.
Gelek caran li Kurdistanê dibêjin, çima em beşdarî hilbijartinan bibin?! Birayê min, divê em îspat bikin ku giraniya Kurd û bihevrebûna Kurd li Bexdayê ji bo Herêma Kurdistanê çavkaniya hêzê ye. Divê li Herêma Kurdistanê çiqasî girîngî bi hilbijartinên navxweyî tê dayîn, ewqasî jî divê bi girîngî li hilbijartinên Iraqê binêre. Destûr nehatiye cîbicîkirin. Ev qonaxên ku piştî sala 2005an hatin serê Iraqê, şerî navxweyî, pirsgirêka DAIŞê û pirsgirêkên din. Iraq bi qonaxeke veguhêz re derbas dibe, rast e ew dem pir dirêj e û 22 sal in, lê ji bo avakirina dewletê, ew pêvajoyeke pir nû ye. Avakirina dewletê bi roj û du rojan an jî hûn bibêjin divê di vê demê de cîbicî bibe, ne wisa ye. Ev demeke dirêj digire.
Ev hilbijartina niha ya Iraqê me ber bi qonaxeke nû ve dibe, ew qonax çi ye? Qonaxa cîbicîkirina destûra Iraqê ye. Ji ber vê yekê ev qonax ji bo Herêma Kurdistanê girîng e. Ez difikirim ku niha Bexda bi hemû pêkhateyên xwe ve vê yekê fêm dike ku divê ev qonax dest pê bike û ji bo aramîya siyasî, civakî û aborî li Iraqê; cîbicîkirina wê destûrê pir girîng e.
- Çima Parlemena Kurdistanê kombûnê nake, çima hikûmet nayê avakirin, çima Kurdistan xwedî vê pirsgirêkê ye?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Pirseke pir cîhê ye. Ya yekem, ez ê destpêkê werim ser hilbijartinên ku hatin kirin. Me li Herêma Kurdistanê hilbijartineke pir serkeftî li dar xist, beşdariya gel nêzîkî %72 bû. Ger em wê demê binihêrin ku hilbijartin çêbû, li heman bajarê Hewlêrê di rojekê de du komcivînên pir mezin pêk hatin, yek ji wan a Partî (PDK) bû, ya din jî ya Yekîtiyê(YNK) bû, lê di navbera van her duyan de tu pirsgirêk çênebû, ev jî wek destkeftiyeke mezin dibînim ji bo awayê fikirîna gelê me li ser hilbijartin û demokrasiyê. Di yek bajarekî de van her du partiyên mezin kampanyaya hilbijartinê bikin û tu pirsgirêk di navbera wan de çênebe.
Pêvajoya avakirina hikûmetê pir dirêj kişand, lê ya girîng ev e ku em bi birayên xwe yên li Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê re, niha têkiliyên di navbera van her du hêzan de ji berê pir baştir in, rast e em negihîştine qonaxa avakirina hikûmetê, lê me bi hev re qonaxên pir girîng derbas kirine.
Em nêrîna xwe ya siyasî ji bo pêşeroja vî welatî û çawaniya birêvebirina wê bi Bexdayê re, me belgeyeke hevpar amade kirine. Tişta ku maye ev e; çi post ji bo kê ye? Ez naxwazim tu hinceteke ji bo vê yekê bînim, lê li ser vê yekê pir dirêj kişand û ez naxwazim vê yekê biparêzim.
Ez bawer dikim ku diviyabû em zûtir hikûmetê ava bikin, lê hin rastî hene ku divê ew jî bên dîtin. Min hêvî dikir ku di meha duyemîn an sêyemîn de hikûmet bihata avakirin, lê hin astengî û bêbawerî hene ku divê ew bên çareserkirin, lê ligel van hemûyan, di gelek tiştên ku têkiliya wan bi destkeftiyên Herêma Kurdistanê re heye, em li Bexdayê li ser yek dengî ne.
Tiştê ku Kak Bafil gotiye, birayê min Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hevbeşê sereke yê vê hikûmetê ye, ne çavdêr e, çima çavdêr e? Bi vê gotinê Yekîtî nikare ji berpirsiyariyê bireve. Yekîtî jî beşdarî vê hikûmetê ye, ev hikûmet ku berê jî hatiye avakirin, Yekîtî û Partî û yên ku beşdar bûne berpirsiyar in. Ez her wiha difikirim ku Partî vê yekê dihesibîne ku Yekîtî hevkariya sereke ya wê ye.
- Wê demê min fêm kir ku stratejiya Kurd ji bo qonaxa pêşerojê ya Iraqê ew e ku destûra Iraqê pêwîstî bi cîbicîkirinê heye.
Serok Nêçîrvan Barzanî: Ji wê destûrê zêdetir tu belgeyeke din a yasayî di destê me de nîne. Ew destûr di destê me de ye û tişta ku niha Herêma Kurdistanê dixwaze, cîbicîkirina wê destûrê ye. Me got qonaxa 2005an fêm dikin, Iraq heta niha di qonaxeke veguhêz de bûye, pirsgirêkên wê pir bûne, lê ez te piştrast dikim ku piştî van hilbijartinan tu hincetek ji bo cîbicînebûna destûrê nîne. Karê me bûye ew ku gelo kengî mûçe ji Bexdayê tê. Bi rastî, divê ew nebe pirsgirêka di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê de. Ger welatiyên Herêma Kurdistanê jî beşek ji welatiyên Iraqê û mûçexurên Iraqê bin, divê ev mijar qet nebe pirsgirêk di navbera me de. Belê, em dibêjin piştî vê qonaxê, piştî vê hilbijartinê Herêma Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe re daxwaza cîbicîkirina destûrê dike. Ew dixwaze ku destûra heyî bê cîbicîkirin. Her wiha hîs dike ku li gorî wê destûrê me mafên xwe hene û berpirsiyarên me jî hene. Her du jî hene, em vê fêm dikin. Ez difikirim ku em vê qonaxê bi vî awayî dixwazin.
- Gelo em ê di asta Herêma Kurdistanê de avakirina hikûmetê beriya hilbijartinên Iraqê bibînin?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Ez bawer nakim.
- Gelo em ê di encama wê hilbijartina ku bi rêveye guherînan bibînin?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Pêvajoya hilbijartin û demokrasî li Iraqê, di qonaxeke veguhêz de ye, lê eger em rewşa niha ya Iraqê bidin ber hev û em realîst bin, mînak gelo rewşa niha ya Iraqê weke şeş sal berê ye? Eger em binêrin, ji her alî ve ber bi baştirbûnê ve çûye. Niha li nava bajarê Bexdayê, wek mînak, Bexda pirsgirêka ewlehiyê nîne. Şeş sal berê pir zehmet bû ku em behsa wê bikin. Niha pirsgirêka herî mezin a Bexdayê trafîk e. Ango, dibe ku pêşketin pir aram û hêdî bin, lê em wan dibînin, divê em wan tiştên ku hatine û tên dîtin, kêm nebînin. Gel mafê xwe heye ku bêtir tiştan bixwaze, ciwan mafê xwe heye ku tiştan bixwazin. Ev tiştekî pir asayî ye, lê ez bawer dikim ku pêvajoya Iraqê, ku pêvajoyeke pir aloz bûye, niha eger bi çend salên berê re were beramberkirin, em dibînin ku ber bi baştirbûnê ve diçe. Serokwezîrê niha yê Iraqê pir tekezî li ser wê yekê kir ku divê xizmetguzarî bên pêşkêşkirin û niha em dibînin ku li hemû cihên Iraqê pirsgirêka xizmetguzariyê ji çend salên berê pir baştir e.
Ji aliyê siyasî ve ez bawer nakim ku dê guherîneke pir mezin çêbibe, lê pirs ev e ku ger em hilbijartinan nekin, alternatîf çi ye? Iraq êdî venagere desthilatdariya dîktatorî û desthilatdariya takekesî, ev di Iraqê de qediya ye. Tiştê ku heye, mekanîzmaya guherînê niha li Iraqê hilbijartin e. Hilbijartin jî maf dide her kesî ku ji bo wê guherîna ku ew dixwaze beşdar bibe. Bi dîtina min, pêvajoya hilbijartinê li Iraqê ji bo demokrasiya vî welatî û ji bo bihêzkirina demokrasiyê pir girîng e ku were kirin. Di nava Iraqê de jî, divê em dîsa bibêjin niha û beriya niha.
Ez bawer dikim pirsgirêka herî mezin ev e ku me saziyên pir rêkûpêk nîn in. Li Iraqê saziyên dewletê nîn in. Di tunebûna saziyan de ya ku heye û nîn e ew medyaya xerab e. Mînak, ew bêhêvîtiyê belav dikin, gel ji siberojê bêhêvî dikin û Iraq bi gelemperî tu saziyek wê nîne ku bikare bersiv bide. Ez bawer dikim ku bala mezin li Iraqê divê li ser sazîkirina vî welatî be, ne li ser kesayetîkirinê. Ango, niha hemû bal li ser wê yekê ye û behs li ser heybet û şiklê kesekî û karîzmaya kesekî tê kirin, divê ev yek bi dawî bibe. Iraq jî ku ber bi demokrasiyê ve diçe li Bexda û Hewlêrê û heya digihîje hemû cihên Iraqê, divê saziyên dewletê xurt bin. Di nebûna saziyên dewletê de, ew bêhêvîtiyên ku we niha behsa wan kirin çêdibin. Ji her alî ve pêvajoya Iraqê pêvajoyeke aloz e, divê her dem bi berê re were berhevkirin. Dema hûn wê berhevdikin, riya çareserkirina pirsgirêkan ji paşveçûnê baştir e.
- Nifşa nû ya serkirdayetiya Iraqê dê kî be?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Birastî merc nîne ku em behsa navan bikin. Filan dê bibe, an filan dê bibe. Divê em behsa tevgerek bikin. Cenabê we mînakek anî ji Tîşrîn û yên din, lê gotin û dirûşmên wan ne realîst bûn. Yanî, ew dirûşmên ku wan ji bo guherîna li Iraqê hildabûn, ne realîst bûn, ji ber vê yekê ew têk çûn. Em dê birûxînin! Tu çi dirûxînî?! Ew rûxandin pirsgirêkê çêdike, ji ber ku dema ew bibe partîtî, her partî alîgirên xwe hene ku nehêlin ew rûxandin çêbibe, lê heke di pratîkê de armanca axaftinan ew be ku ew dixwazin Iraqê ber bi baştirbûnê ve bibin, ew tiştekî baş e. Ez difikirim ku wan ji destpêkê ve bi hêzên din re xelet tevdigeriyan.
Di vê pêvajoyê de bêguman tişta ku ji bo Iraqê metirsî ye, ne nifşa nû ye ku hêdî hêdî derdikevin pêş û siyasetê dikin. Tişta ku ji bo Iraqê metirsî ye, ew hêzên ku ji derveyî qanûnê çekên wan hene. Ew ji bo Iraqê û siberoja Iraqê metirsî ne. Ne Tîşrîn metirsî ye, ne jî kesek din metirsî ye, lê ew hêz metirsî ne û dê ji bo siberoja Iraqê bibin belayek mezin.
- Çawa dikare derî ji bo ciwanan bê vekirin ku beşdarî pêvajoya aborî û siyasî ya welat bibin?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Ew reformên ku her serokwezîrekî bike, bêyî ku bifikire gelo ew ê careke din were hilbijartin an na, divê hin biryarên pir dijwar bide. Iraq welatekî pir ecêb e, mînak welatek e ku tenê ji bo dabînkirina mûçeyên mehane, nêzîkî şeş milyar dolar hewce dike. Ev li ku derê cîhanê heye?! Hikûmeta siberojê ya Iraqê divê pir bi ciddî hewl bide ku çaksaziyeke cidî di nava saziyên hikûmetê de bike. Makîneya pêşkeftina her welatekî, sektora taybet a wî welatî ye. Em di sala 2002 an 2003 de sektora me ya taybet pir qels bû, niha pir baş e. Niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser derxistina yasayan difikire ku kesên di sektora taybet de çawa bêne teqawîtkirin? Ango em gihîştine wê qonaxê ku niha em behsa wê dikin.
Hêza ciwanên Iraqê hêzeke mezin e û her sal milyonek kes zêde dibe. Min got çima ev hilbijartin girîng e, ev hilbijartin girîng e, ji ber ku ger 10 sal an 15 sal berê we ji mirovan pirsîbûya, çi ji her tiştî girîngtir e? Dê bigotin: Ewlehî! Niha ew ji bîr kirine. Niha qonax wisa ye ku gel dibêje: Derfetên kar. Gel dibêje: Çawaniya beşdarbûna ciwanan di wê yekê de. Iraq ew qonax derbas kir.
Ev qonaxa niha ya Iraqê, piştî van hilbijartinan, girîngiya wê tam ji bo wê yekê ye ku divê qonaxeke destpêkeke nû li Iraqê ji bo çaksaziyeke cidî dest pê bike. Nabe ku welatek mehane şeş milyar dolar tenê bide ji bo mûçeyan. Tiştekî wisa li cîhanê nîne. Zû an dereng ev welat dê bi pirsgirêkeke mezin re rû bi rû bimîne.
Ango, niha mînak, cenabê we tenê bifikire ku sibê ji ber her sedemekê, bihayê petrolê ji 50 dolarî dakeve jêr, wê demê li vî welatî çi diqewime? Karesateke mezin diqewime! Dûvre serokwezîrê ku tê hilbijartin û ew hikûmeta ku piştî wê tê avakirin, yekem tişt divê çaksaziyeke mezin di nava saziyên hikûmetê de bike. Niha li Iraqê, mînak, tu behsa elektrîkê dikî, piştgirî lê tê kirin, tu behsa petrol û gazê û filan tiştî dikî, piştgirî lê tê kirin!
Welat bi wî awayî nayê birêvebirin. Divê ew li ser wê yekê bifikirin ku piştî vê yekê em ê çawa Iraqê ber bi sektora taybet ve bibin û derfet ji sektora taybet re bê dayîn, qanûn ji bo wê bê danîn. Sîstema bankî ya Iraqê dîsa bê rêkûpêk kirin. Niha Iraqî ji bo her cihekî biçin dibêjin, daxwaz dikin ku werin li welat veberhênanê bikin. Kes nayê, ji ber ku baweriya wan nîne. Çawa be? Dema ku kesek ji derve tê ku li welatekî veberhênanê bike, yekem tişt divê bizane ku jîngeha wê ya yasayî çawa ye?
Qanûna Veberhênanê ya Iraqê ne qanûnek e ku xelkê teşwîq bike ku werin vî welatî veberhênanê bikin. Pirsa duyemîn, eger pirsgirêkeke qanûnî hebe, gelo ew bawerî bi dadgehên Iraqê heye? Bêguman ez qala hemûyan dikim, qala hemû aliyan û qala xwe jî dikim. Gelo dadgeha Iraqê ewqas cîhê baweriyê ye ku xelk bikaribe giliyê xwe bibe dadgehê? Gelo sîstema bankî ya Iraqê ewqas rêkûpêk e? Iraq ne tenha welatek e, xelk dikare li her deverê veberhênanê bike.
- Hemû wan xalan ku cenabê we gotin di cîhê xwe de ne, lê gendelî jî yek ji wan pirsgirêkan e ku veberhênerên Amerîka û Ewropayê li Herêma Kurdistanê û Iraqê wekî pirsgirêk dibînin. Cenabê we çareseriya gendeliyê di çi de dibîne?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Nikarim bêjim gendelî nîne. Nikarim bi tu awayî bêjim gendelî nîne, lê gendelî ne tiştek e ku tu bi şev û roj çareser bikî.
- Hewl heye?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Hewl heye ji bo guhertina qanûnan. Hewl ji bo şefafiyeteke zêdetir heye. Erê, ya ku li Herêma Kurdistanê heye, em dibînin hewleke mezin ji bo wê heye. Li Iraqê jî niha hewleke mezin ji bo wê heye, lê gelo bi şev û roj dikarin van tiştan çareser bikin? Bi raya min: Na! Ev mijarek e ku bi çandê re girêdayî ye, bi gelek tiştên civakî re girêdayî ye, divê hêdî hêdî di çarçoveya pêvajoyekê de bê çareserkirin.
- Em diçin qonaxekê li herêmê û li cîhanê ku dron û êrîşên dronan dîplomasî, asayîş û aboriyê diguherînin, aborî diguhere. Herêma Kurdistanê çawa bi vê metirsiyê re mijûl dibe?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Keko, yên Ewropayê herî kêm, cebilxaneya wan tune ye, yên ku li Herêma Kurdistanê didin hemûyan bombeyên wan hene, mûşekên wan hene.
Binêre, ev me dibe ser mijareke din. Wan bi dronan Herêma Kurdistanê bombebaran kirin. Li ser şîrketên petrolê êrîş kirin. Li Balafirgeha Hewlêrê hewl hat dayîn. Tenê pirsa min ew e: Iraq di wê tiştê de çi qezenc dike? Qezenca Iraqê çi ye? Dema em qala wê dikin, metirsiya mezin li ser Iraqê ew hêzên li derveyî qanûnê ne û daxwaza me ew e ku divê ew werin bin qanûnê û bin fermandariya serokwezîr ku fermandeyê giştî yê hêzên çekdar e. Daxwaza me wekî Herêma Kurdistanê, ev e.
Tiştê ku wan li Herêma Kurdistanê kirin, bi raya min, derbek bû ji bo tevahiya Iraqê û ji aliyê Bexdayê ve jî gelek bêxemsarî hat kirin ji bo bersivdana wan hêzan. Bexda ji me baştir dizane kê ew kar kiriye. Lê diviyabû helwesteke wan a ciddî li ser wê mijarê hebûya, ji ber ku ew ne tenê gefek e ji bo Herêma Kurdistanê, bi rastî ew şikandina rûmeta hemû saziyên Iraqê ye. Ew li dijî hemû desthilatdariya Iraqê ye ku xwe wekî welatekî xwedî serwerî dizane. Ew li dijî serweriya Iraqê ye.
Bila ez bi wî awayî biaxivim, dema em diçin Bexdayê saetekê li ser serweriya Iraqê û filan dersê didin me, lê dema tê ser van tiştan, pir bi asayî tê qebûlkirin ku hêzeke çekdar were û bi dronan êrîşî herêmekê bike ku beşek ji Iraqê ye, û bersivdar jî nebe û kes jî pirs nepirse! Mijara dronan bi giştî niha bûye pirsgirêkek mezin, lê ew pirsgirêk li Iraqê ew nîne ku xelkek wan bi kar tînin, belkî hêzeke çekdar van bi kar tînin ku mûçeya xwe ji hikûmeta Iraqê distîne. Metirsî di wê de ye. Ji saziyên hikûmeta Iraqê bi xwe pere distînin, her ew hêz in ku dronan li dijî Herêma Kurdistanê bi kar tînin. Ev divê raweste, heger raneweste bêguman Herêma Kurdistanê jî dê bertek nîşan bide.
- Bi çi raweste?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Rawestan ew e ku divê werin bin sîwana qanûnê, werin bin destê qanûnê, werin bin fermandariya serokwezîr ku fermandeyê giştî yê hêzên çekdar e. Bi wê rawestin. Nexwe wekî min got, ne ew e ku Herêma Kurdistanê jî her destvala bimîne, ev bi vî awayî naçe serî.
- Eger ez biçim ser asta herêmî, me qala 2005 kir ku Amerîka û herêm di astekê de bûn, niha dîsa qala Rojhilata Navîn a nû tê kirin. Di vê Rojhilata Navîn a nû de, dibe ku dengê herî bilind ku qala wê dike, Îsraîl be piştî şerê Gazzeyê; lê Îran, Tirkiye, Siûdî, Mîrektiyên Erebî, Qatar, her yek vîzyona xwe ji bo vê Rojhilata Navîn a nû heye. Di vê navberê de, Herêma Kurdistanê komek peywendî hene û rewşa xwe parastiye. Ji Îranê dest pê dikin, di sala 2005an de, wekî min berê jî got, xuya bû ku peywendiyên Îran û Herêma Kurdistanê nêzîktir bûn ji peywendiyên Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê, niha hûn hîs dikin ku ev rewş berevajî bûye, ev bajar ji aliyê dronan ve hat lêdan, ji aliyê mûşekên balîstîk ên Îranî ve hat lêdan; peywendiyên Herêma Kurdistanê bi Îranê re li ku ne û hûn çi dikin ji bo ku ew cûre metirsî kêm bibin?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Bi Îranê re du tişt hene, ya yekem Îran cîranekî me yê girîng e. Sînorekî me yê dûr û dirêj bi Îranê re heye, tu carî me nexwestiye û naxwazîn ku peywendiya me bi Îranê re xirab bibe. Di heman demê de, em ne çavkaniya gefan in ji bo Îranê. Em naxwazin ji axa Herêma Kurdistanê tu dijminahî li tu cîranekî me bê kirin, bi tu awayî. Îran jî di çarçoveya wan welatan de ye ku em naxwazin tu carî bibin çavkaniya gefan ji bo wî welatî. Ev siyaseta Herêma Kurdistanê ye, em dixwazin bibin sedema asayîşê li herêmê ne sedema xerabiyê, ev siyaseta Herêma Kurdistanê ye. Di heman çarçoveyê de, we îşaret bi peywendiya me ya bi Îranê re kir; ji aliyê aborî ve, peywendiyeke bazirganî ya nêzîkî 11 milyar dolarî bi Îranê re heye. Ez bawer dikim sala borî bû ku min serdana Îranê kir, piştî wê serdanê rûpelek nû di peywendiyên di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de vebû. Serokkomarê Îranê hat Hewlêrê, ez bawer dikim ew guhertinên pir erênî bûn di peywendiyên di navbera me û Îranê de. Dîsa ez dibêjim, Îran welatekî girîng e, em dixwazin ew peywendiya niha heye, bêtir pêşve bibîn û bi tu awayî Herêma Kurdistanê nabe çavkaniya gefan ji bo Komara Îslamî ya Îranê. Îran di rojên dijwar de alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye, em spasiya wan dikin. Cîranekî girîng e, em dixwazin peywendiyên me yên baş bi wan re hebin. Ez bawer dikim, piştî serdanên min ên Îranê û bi Ayetullah Xaminêyî, rêberê Komara Îslamî ya Îranê re em rûniştin, piştî wê ez bawer dikim cureyên peywendiyan û rûyê peywendiyan baştir bûye.
- Niha herêm di rewşeke awarte de ye, welatekî wekî Qatar, peywendiyên wî bi Îranê re baş bûn, Îran îsal êrîşî axa Qatarê kir, ne li hemberî Qatarê, lê li ser axa Qatarê. Qatar herwiha rola navbeynkariyê di navbera Îsraîl û Hemasê de dilîze, Qatar zêdeyî du trîlyon dolar di Amerîka de veberhênan dike. Qatar hêviya wê hebû, ev bibe sedema parastina wê, lê niha em di cîhanekê de dijîn ku tevî ewqas veberhênanê, hîn jî metirsî tune nabe. Hêviya serkeftinê dixwazim ji bo wan peywendiyan. Werin ser Tirkiyê, niha pêvajoyeke aştiyê di navbera Tirkiye û PKKê de heye. Îro axaftina me li ser vê mijarê hebû, duh di panelên cuda de hat axaftin. Hinek bi çavê hêviyê li wê pêvajoyê dinêrin û dibêjin herçiqas hêdî jî be, divê derfet jê re bê dayîn. Hinek jî reşbîn in û dibêjin, na hêdî bûye û asê maye û wekî yên din têk diçe. Nirxandina cenabê we ji bo vê pêvajoyê çi ye? Herêma Kurdistanê dê di wê de çi rol bilîze?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Eger ez qala peywendiyan bikim, peywendiyeke me ya pir dostane bi Tirkiyê re heye. Hem ji aliyê aborî ve, hem jî ji aliyê siyasî ve, peywendiyeke me ya pir cuda heye. Herêma Kurdistanê dê berdewam bike ku ew peywendî bi Tirkiyê re biparêze. Derbarê wê pêvajoya ku li Tirkiyê dest pê kiriye, îcar navê wê çi be, bi baweriya min, piştî ku min serokê Tirkiyê dît, ez hîs dikim Tirkiye di ser vê pêvajoyê de pir ciddî ye. Pêvajo eger hêdî jî be, eger hêdî hêdî jî be, lê biryareke ciddî li Tirkiyê heye ku ev pêvajo bigihêje encamê. Lê divê sebra me jî ewqas kurt nebe, hin tişt hene heta eger cîhê metirsiyê jî bin, pêwîst e aliyê beramber bike. Nabe pirsgirêkek ku ew çend sal e heye, bi şev û roj bi dawî bîne. Hin caran, hin metirsî jî hene divê tu bikî. Gotina min ji bo birayên me ew e, bila ew bê kirin ji ber ku baştir e, heta eger pêvajo hêdî jî be. Niha wisa bûye, ev li benda wê tiştê ye, aliyê beramber jî li benda yê din e ku tiştekê bike. Ev pirsgirêk bi vê rêyê çareser nabe. Niha hin gav hene, divê PKK ew gavan bavêje, ji bo ku pêvajo bigihêje encamê. Ez naxwazim biçim nav hûrgiliyan, lê nabe bêjim em rawestin bibînin Tirkiye çi dike, paşê em werin em wî karî bikin. Ev nêrîn nêrîneke pir pir şaş e û nagihêje encamê. Rola me alîkar e, me li Enqereyê gotiye û me bi wê civatê re jî axiviye ku em dikarin çi rol bilîzin. Dema pêvajoya çekdanînê dest pê kir, wan ji me xwest ku em alîkariya wê pêvajoyê bikin, ya ku pêwîst bû, me pêk anî. Ez wisa dibînim ev derfeteke dîrokî ye û nabe Kurd wê ji dest bide, nabe ji bo tu tiştî wê ji dest bide. Peyamên Serok Ocalan pir pir zelal in, Qendîl jî rast dizane divê çi bike, ku nake! Ev bêhêviyê çêdike, heta ji bo Serok Ocalan jî, ku rast nîne. Bi rû û bi gotin dibêjin, em bi gotina Serok Ocalan dikin, lê dema tê ser pêkanîn û praktîzekirina tiştê, rast berevajî wê dikin! Ev zirareke mezin dide Kurd û pêvajoyê jî. Ne dema van lîstikan e, ev lîstik lîstikên berçav û diyar in. Gotina min ew e, birayên me divê vê pêvajoyê bi ciddî bigirin, hewleke ciddî jî bidin ji bo ku ev pêvajo neşkê û bigihêje çareseriyê.
- Serokatiya Iraqê bi giştî bi tirs li Sûriyê dinêrin, hîs dikin ku tundrewî bêtir serdest dibe, lê cîhana derve û herêm wê wekî derfetekê dibînin û milên xwe lê hilandine ji bo ku nehêlin Sûriyê bikeve û alîkariya wê dikin. Pirsiyareke du-beşî ji cenabê we heye. Di çavê we de, di çavê Herêma Kurdistanê de, hûn wê wekî fersendê dibînin, an bi çavê tirsê lê dinêrin? Duyemîn, derbarê Rojava de, rêkeftinek di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û hikûmeta Şamê de heye ku herdu alî giliyê dikin û dibêjin, yê din cîbicîh nake. Metirsiyek heye ku Tirkiye li wê herêmê operasyonên çekdarî bike. Nirxandina cenabê we çi ye? Çi bê kirin ji bo ku Rojava bi Şamê re arasteyek erênî bibîne?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Ji aliyê rastî ve, ya ku niha li Sûriyê heye, ez wisa dibînim û dibêjim, ev derfeta dawî ye ji bo Sûriyê. Ji ber vê yekê ez bawer dikim, rola me jî wekî civaka navneteweyî ew e ku çawa em alîkariyê bidin vê hêzê ku Sûriyê ber bi arasteyeke din ve bibe. Em bi çavê metirsiyê lê nanêrin. Em dibêjin gelê Sûriyê, bi hemû pêkhateyên xwe ve heqê jiyaneke baştir e. Gelek nehametî û dijwarî kişandine. Ew milet bi hemû pêkhateyên xwe ve, heqê wê ye ku jiyaneke baştir hebe. Yek xal girîng e, ku em bawer dikin xaleke nakokî ye di nêrîna me ya bi Şamê re, ew jî ew e ku em bawer nakin Sûriyê bi awayekî navendî dikare bê birêvebirin. Ev xala nakok e, heta min bixwe di civîna xwe ya bi Serok Ehmed Elşer' re qala wê kiriye û min jê re gotiye.
Bi wan pêkhateyên ku li wir dijîn, Sûriye ne tenê yek pêkhate ye, belkî komek pêkhate ne; Kurd, Druz, Elewî, Xirîstiyan, ev hemû pêkhateyên Sûriyê ne. Îcar tu bêjî ez wê Sûriyê bi navendîyetê birêve dibim, Beşar Esed çû, yekî din hat cîhê wî û navendîyet wekî xwe dimîne! Em li Herêma Kurdistanê piştgiriyê nadin vê nêrînê. Me ev jî ji Serok Elşer' re gotiye; lê di heman demê de, divê derfetek jî ji van re bê dayîn ku bibînin Sûriyê ber bi ku ve dibin. Nabe Sûriye bi arasteya navendîyeteke bihêz bê birêvebirin. Derbarê wê yekê ku kê giliyê kê dike, ez bawer dikim herdu alî li ser heq in. Gotina me çawa bû ji bo birayên me yên li Sûriyê, gotina me ji bo wan ew bû, di zûtirîn dem de biçin Şamê. Alaya nû ya Sûriya nû hildin, xwe wekî xwediyê pêvajoya siyasî bizanibin, Nivîsîngehek li Şamê vekin, xwe wekî xwediyê malê bizanibin, bila di nav pêvajoya siyasî ya Sûriyê de beşdariyeke we ya çalak hebe. Em di sala 2002 û 2003an de wekî Kurd li Bexdayê xwedî bandoreke pir girîng bûn, me jî bi girîngî çû Bexdayê. Di hin rewşan de, me hêza Pêşmerge şand ji bo ku bibin xetek di navbera Sunnî û Şîeyan de ji bo ku pirsgirêk nekeve navbera wan. Gotina me ji bo birayên me yên li Sûriyê tam ew e, biçin Şamê, Şam paytexta we ye, welatê we ye, nabe hûn li benda tu tiştî bin. Ez nizanim niha ew li benda çi ne?! Li benda çi guhertinekê ne?! Ew bawer dikin çi guhertinek dê bibe? Her guhertinek rû bide, berjewendiya wan di wê de ye ku bi Şamê re rêyekê bibînin. Rêya çareseriyê bi Şamê re bibînin. Îcar kê zûtir destpêşxeriyê dike û kê çi dike? Mînak, ez bawer dikim, ya ku ji wan re hatibû gotin divê werin xwe di nav artêşa Sûriyê de bihelînin. Ew rast nîne, ew nêrîneke şaş e, hemû hûn yek bi yek werin, ew nabe û nayê qebûlkirin. Dikare tiştên din bibînin. Tê bîra min di sala 2002-2003an de pirsgirêka me ya herî mezin bi Amerîkiyan re ew bû ku digotin divê hûn navê Pêşmerge biguherînin. Baş e, gotin çi lê bikin, gotin navê wan "Mountain Rangers" daynin, îcar piştî sê rojan gotûbêjan, gotin eger em wergerê ji bo wî navî bikin, bi Kurdî dê bibe çi? Hevalên me jî, wê demê Kak Mesrûr bû, got dê bibe Pêşmerge. Berê xwe dan Kak Mesrûr, gotin tu Îngilîziya te baş e, ew dê bibe çi eger bibe Kurdî? Got: Dê bibe "Pêşmerge". Li Sûriyê jî ev civat, di şerê DAIŞê de gelek şehîd dan, karesatên mezin bi serê wan de hatin. 10 hezar çekdarên DAIŞê di zîndanên Holê de ne, tu werî van paşguh bikî, bêjî werin mafê me bidin, mafê we jî Xwedê Kerîm e, kes wisa naçe. Divê Sûriyek bê birêvebirin, ne ku navendî be, divê her kesekî Sûriyê xwe wekî xwediyê wî welatî bizanibe, nexwe ne mimkun e ku bê birêvebirin.
- Peywendiya di navbera Herêma Kurdistanê û Rojava de, hin caran em germ dibînin, hin caran sar dibînin, pirsgirêk çi ye?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Ew asayî ye, hin caran sar dibe, hin caran germ dibe, lê di bingeh de tu tişt naguherîne. Wekî Partî û Yekîtî, hin caran germ e û hin caran sar e, hin caran xelk ditirsin dibêjin, çi dibe, lê tu tişt nabe. Bi ciddî tu tişt nabe, demekê digotin dê bibe şer, keko em ew qonax derbas kirine, em dîsa şerê hev nakin, spas ji Xwedê re ew qonax ji çanda Kurd derketiye. Lê gelo pirsgirêk nîne? Belê pirsgirêk heye, hin caran pirsgirêk pir in, lê di encamê de rola me rola alîkar bûye. Daxwaza me ji Rojava çi ye, em dibêjin, hûn bixwe dikarin karê xwe birêve bibin. Nabe PKK destwerdanê di karên rojane yên we de bike, ev pirsgirêka wan a herî mezin e, nabe. Divê PKK dest ji wan berde, heger PKK dest ji wan bernede, ew nagihêjin tu tiştî. Divê PKK bi tevahî dest ji wan berde û nabe destwerdanê di şêwazê birêvebirina karûbarên Rojava de bike.
- Îdareya Trump ji bo hin welatan derfetan anî û ji bo hinên din jî astengî. Peywendiyên Herêma Kurdistanê bi Amerîka re li ku ne, li ku astengî hene û li ku derfet hene?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Eger ez bikaribim pir eşkere bersiva we bidim, ji bo Herêma Kurdistanê û ji bo Iraqê jî, bêtir derfet e. Em jî her wisa dibînin. Em piştgiriyê didin siyaseta Serok Trump ji bo aştiyê li Rojhilata Navîn, piştgiriyê didin siyaseta wî ji bo ku aştî li Xezayê pêk were, bi zûtirîn dem. Em bawer dikin, wekî Kurd, wekî Amerîka û wekî Iraqê jî, peywendiyeke me ya baş bi Amerîka re heye, peywendiyek ku ne tiştekî nû ye, tiştekî kevn e. Di qonaxên pir dijwar de Amerîka alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye, em spasiya wan dikin. Bi rastî, em bêyî alîkariya civaka navneteweyî, di serî de Amerîka, me nedikarî DAIŞê rawestînin. Ev rastiyek e, me nedikarî. Bi xwîna Pêşmerge bû, lê bi alîkariya wan bû. Em karîn DAIŞê rawestînin, em spasiya wan dikin, rola wan jî rola alîkar e ji bo Herêma Kurdistanê. Vê îdareyê bi serokatiya Serok Trump, em wekî derfetekê lê dinêrin, ne wekî astengî.
- Em vegerin navxwe, peyama dawî ya Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo gelê Kurdistanê, ji bo serokên partiyên Kurd û Iraqê, hilbijartin li rê ye, kampanyaya hilbijartinê li rê ye, peyama Kak Nêçîrvan çi ye?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Eger ez bi rastî bêjim, wekî ku min di gotinên destpêkê de qala wê kir, piştî sala 2005an hilbijartina herî girîng a Iraqê ev hilbijartin e, ji bo Herêma Kurdistanê jî wekî beşek ji Iraqê, min qala wê kir. Kûrahiya stratejîk a Herêma Kurdistanê Bexda ye, digel hemû wan pirsgirêkên ku me bi Bexdayê re hene, hemû wan giliyên ku me bi Bexdayê re hene, hemû wan giliyên ku Bexdayê jî ji me hene, di encamê de parastina wê kûrahiya stratejîk bi Bexdayê re girîng e. Derbarê paşeroja Iraqê de, ev hilbijartin hilbijartineke pir girîng e, ji bo paşeroja Herêma Kurdistanê jî girîng e. Ya ku ez daxwaz dikim ew e, divê her takekî Kurd xwe berpirsiyar bibîne û nebêje çima biçim hilbijartinê! Divê em hemû bi hev re biçin vê hilbijartinê û ya ku ji destê me tê ji bo serkeftina vê pêvajoyê li Kurdistanê, em bikin. Ya ku ji bo me girîng e, lihevhatin e. Şêwazekê bibînin ka em çawa bi hev re kar bikin, heta eger em nebêjin lihevhatin, modelekê bibînin ka em hêzên Kurdistanî çawa bi hev re kar bikin. Bi opozîsyonê re, bi desthilatdariyê re, bi hemûyan re ji bo wan tiştên mezin ên ku me li Bexdayê hene. Ez hêvîdar im bi îzna Xwedê hilbijartin bi başî derbas bibin. Ez hêvîdar im Iraq bikeve qonaxeke nû û destpêkek nû, di avakirina xwe de û di damezrandinê de û di çareseriya wan pirsgirêkên asê mayî yên ku niha bi Herêma Kurdistanê re hene.