Serok Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî diçe Tirkiyeyê, bi Erdogan re dicive
Serok Nêçîrvan Barzanî sibê bi serdaneke fermî diçe Tirkiyeyê, bi Erdogan re dicive

Hewlêr - Kurdistan: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, sibê pêncşemê, bi serdaneke fermî dê bigihîje Tirkiyeyê û bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re bicive.
Hêjayî gotinê ye ku ev serdan di demekê de pêk tê ku têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de gelek aliyên girîng dihewîne, di nav de mijarên siyasî, aborî û ewlehiyê. Tê çaverêkirin ku di vê hevdîtinê de, li ser rewşa dawî ya herêmê, pêşhatên di têkiliyên di navbera Hewlêr û Enqere de, û herweha pêngavên ji bo pêşxistina hevkariya dualî were axaftin.