BCF Bang li Civaka Navneteweyî Dike: Ji Bo Rojava Alîkariyên Lezgîn Pêwîst in
BCF Bang li Civaka Navneteweyî Dike: Ji Bo Rojava Alîkariyên Lezgîn Pêwîst in
Hewlêr – Kurdistan: Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) bang li civaka navneteweyî û hemû mirovperwerên cîhanê kir ku ji bo berdewamkirina alîkariyên mirovî li Rojava, ku hejmareke mezin ji mirovan di rewşeke dijwar û hewa sar de ne, piştgirî û alîkariyê bidin.
Di daxuyaniyek de BCF ragihand ku dezgeha wan di hemû karesatên li herêmê de her dem amade bûye û xwedî hebûneke berbiçav bûye. Lê belê, rewşa niha li Rojavayê Kurdistanê, ku bi sedema şer û qeyranan hejmareke pir zêde ji xelkê hewcedarê alîkariyê ne û pêwîstiyên wan pir in, ji bo wan girîng e ku piştgiriya navneteweyî bistînin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em bang li hemû mirovperwerên li seranserê cîhanê dikin ku piştgiriyê bidin tîmên meydanî yên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, da ku di vê rewşa dijwar de, di vê hewa sar de, em bikarin bi hevkarî û piştgiriya we, xizmeta wan mirovên ku niha çavên wan li destên tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û piştgiriya xêrxwazan in, bikin."
BCF destnîşan kir ku bexşîn û alîkarî di van rojan û di vê dema dijwar de, bê guman ruh û derûniya her mirovî şad dike. Dezgehê anî ziman ku pêwîstiya wan bi piştgiriya hemû aliyan heye da ku karibin di van karên mirovî yên bedew û xweşik de berdewam bikin û di vê dema krîtîk de mal bi mal bigerin û pêwîstiyên bingehîn ji xelkê re dabîn bikin.
Ev bang piştî wê yekê tê ku BCF berê karwanên alîkariyê ji bo deverên cuda yên Rojava şandibû, di nav de karwanê yekem ê sûtemeniyê jî hebû.