Lêkolînên Arkeolojîk li ser Împaratoriyên li Kurdistanê
Atolyeyek li ser Lêkolînên Arkeolojîk ên Nû li Dihokê Hate Lidarxistin
Îro, roja Duşemê, 20'ê Cotmehê, sala 2025'an, li Hola Pêşmerge ya Zanîngeha Dihokê, atolyeyek bi navê "Lêkolînên Nû yên Arkeolojîk li ser Împaratoriyên Kevnar li Herêma Kurdistanê ya Iraqê" hate lidarxistin.
Atolye di bin çavdêriya Rêveberiya Giştî ya Kevnariyan û Mîratê ya Dihokê û bi hevkariya Zanîngeha Dihokê (Beşa Arkeolojiyê) û herwiha Zanîngehên Udine û Ca’ Foscari yên Îtalyayê hatibû organîzekirin.
Hêjayî gotinê ye ku di atolyeyê de çend kesayetiyên girîng amade bûn, di nav wan de:
Dr. Bekas Brîfkanî – Rêveberê Kevnariyan û Mîratê yê Dihokê.
Birêz Sibghatullah – Rêveberê Giştî yê Geştyariyê li Dihokê.
Prof. Dr. Seîd Xudêda – Dekanê Koleja Zanistên Mirovî.
Dr. Zîyar Sadîq – Serokê Beşa Arkeolojiyê.
Birêz Mihemed Leşkerî – Rêveberê Karûbarên Arkeolojîk li Rêveberiya Giştî ya Kevnariyan li Herêma Kurdistanê.
herwiha, hejmarek profesorên zanîngehê û xwendekarên arkeolojiyê jî beşdar bûn.
Di vê atolyeyê de, çend mijarên giring li ser vedîtinên arkeolojîk ên herî dawî yên li parêzgeha Dihokê hatin pêşkêşkirin. Di nav van pêşkêşiyên giring de ev bûn:
D. Morandi Bonacossi (Zanîngeha Udine): "Avdanîkirina Împaratoriyek: Pergalkên Avdaniyê yên Serdema Hesinî li Herêma Kurdistanê ya Iraqê."
C. Coppini (Zanîngeha Udine): "Jiyan li Girê Gomel, Navendeke Bajarî ya Serdema Bronz û Hesinî li Deşta Navkur."
F. Simi (Zanîngeha Udine): "Mirin li Girê Gomel: Kiryarên Goristankirinê ji Serdema Bronz heya Serdema Hesinî."
D. Morandi Bonacossi û F. Simi (Zanîngeha Udine): "Anatomiya Paytexteke Kevnar: Lêkolîna Nû li Bajarê Jêr ê Nîmrodê."
C. Tonghini (Zanîngeha Venedîkê): "Hêza Navendî û Cîhana Gundî ji Sedsala 7an heya 20an: Delîlên ji Lêkolînên Arkeolojîk ên Dawî."
S. Palalidis (Zanîngeha Venedîkê): "Gelheya Bicîhkirî û Koçer: Delîlên ji Girê Zeyd."
J. Boschini (Zanîngeha Venedîkê): "Qelûnên Cixarekêşanê yên Titûnê li Herêma Kurdistanê (Sedsalên 17an-19an)."
B.J. Hasan (Rêveberiya Kevnariyan û Mîratê ya Dihokê): "Parastina Mîratê, Tevlîbûna Civakan û Pêşketina Domdar li Parêzgeha Dihokê."
Di dawiya atolyeyê de, encamnameyên girîng hatin pêşkêşkirin û gotûbêjkirin, ku dê ji bo lêkolînên pêşerojê yên arkeolojîk li herêmê bibin bingeh.