Serok Nêçîrvan Barzanî û Kongresman Abraham Hamadeh rewşa herêmê gotûbêj kirin
Serok Nêçîrvan Barzanî û Kongresman Abraham Hamadeh rewşa herêmê gotûbêj kirin
Îro êvarî duşemî 27.04.2026 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di peywendiyeke telefoniyê de ligel birêz Abraham Hamadeh, endamê Kongreya Amerîkayê, pêşhatên dawî ya rewşa Rojhilata Navîn gotûbêj kirin.
Herdu aliyan di derbarê bandor û encamên rewşê, bi taybetî li ser Iraq û Herêma Kurdistanê de, danûstandina bîr û ramanan kirin. Di vê derbarê de, tekez li ser girîngiya berdewamiya piştgiriyên Kongreyê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê di warên cuda de kirin.
Rola Herêma Kurdistanê di parastina aramî û ewlehiyê de, rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyên wan ligel welatên cîran û çend mijarên din ên girîng ên hevbeş, babetên din ên vê peywendiyê bûn.