Mesrûr Barzanî Rewşa Tenduristî ya Îsmaîl Beşîkçî Pirsî

Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Kurdistanê Rewşa Tenduristî ya Îsmaîl Beşîkçî Pirsî

Sep 28, 2025 - 13:51
Sep 28, 2025 - 13:52
Mesrûr Barzanî Rewşa Tenduristî ya Îsmaîl Beşîkçî Pirsî
Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Hewlêr - Kurdistan: Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rewşa tenduristî ya nivîskar û civaknasê navdar ê Tirk û dostê gelê Kurd Dr. Îsmaîl Beşîkçî, ku niha li nexweşxaneyê ye, pirsî. Serokê Hikûmeta Kurdistanê di pêwendiya xwe ya bi Weqfa Îsmaîl Beşîkçî re, hêviya başbûna bilez ji Beşîkçî re xwest û amadehiya xwe ya ji bo her alîkariyekê ji bo çareserkirina wî diyar kir.