Lara Dizeyî Milanê bi reng û çîroka Kurdî ronî kir

Lara Dizeyî Dîzaynên Xwe Dibe Hefteya Modeyê ya Herî Navdar a Cîhanê

Sep 28, 2025 - 13:19
Lara Dizeyî Milanê bi reng û çîroka Kurdî ronî kir
Lara Dizeyî Milanê bi reng û çîroka Kurdî ronî kir

Mîlan - Îtalya: Lara Dizeyî (Lara Dizeyee), dîzaynera navdar a Kurd, bi koleksiyoneke nû ya dîzaynan bi navê (Mîlano Efsûnî - Milan Enchanted) di Hefteya Modeyê ya Mîlan a ji bo Bihar û Havîna 2026an de cih girt. Bi vê koleksiyonê, Dizeyî çîrok û çanda Kurdî pêşkêşî cîhanê kir.

Di du hevpeyvînên taybet de bi peyamnêra Rûdawê Ala Şalî re li Mîlanê, Lara Dizeyî hûrgiliyên koleksiyona xwe eşkere kir û diyar kir ku armanca wê "Mîlan bi reng û çîroka Kurdî ronî bike" bûye. Koleksiyona wê, ku neh mehên xebata domdar li pişt wê hebû, ji 30 dîzaynên cihêreng pêk dihat û her yek ji wan çîrokek ji dîrok, çand û sembolên neteweyî yên Kurdistanê vedigotin.

şandan bi dîzaynekê dest pê kir ku kela dîrokî ya Hewlêrê nîşan dida. Di derbarê vê yekê de Lara Dizeyî got: "Pir girîng bû ku ez bi dîzaynek xurt dest pê bikim. Kela Hewlêrê sembola evîna me hemûyan e, ji ber vê yekê me ew kir neynikek û bi dîzaynekê ku ji aliyê modelek dirêj û bi heybet ve hatibû lixwekirin, me pêşandana xwe vekir."

Dîzaynên din çîrokên cuda vedigotin; di nav wan de dîzaynek ji bo Newrozê, ku Lara wekî "dîlan û semaya di navbera mirov û xwezayê de" binav kir. Her weha, dîzaynên din ji bo Rojhilatê Kurdistanê, Şahbanû Aştar, Hepsaxana Neqîb û çanda Kurdên Êzdî hatibûn terxankirin. Pêşandan bi dîzaynek xurt bi dawî bû ku rengên ala Kurdistanê dihewand û di nav amadebûyan de dengek mezin veda.