Di Mehekê de 57 Hezar Geştyaran Serdana Vê Dîmenê Kirin

Di Mehekê de 57 Hezar Geştyaran Serdana Vê Dîmenê Kirin

Oct 13, 2025 - 10:31
Oct 13, 2025 - 10:34
Di Mehekê de 57 Hezar Geştyaran Serdana Vê Dîmenê Kirin
Di Mehekê de 57 Hezar Geştyaran Serdana Vê Dîmenê Kirin

Wan - Kurdistan: Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyeyê, amar û statîstîkên cîhkirina (textên razanê) tesîsên bi belge yên li bajarê Wan a Bakurê Kurdistanê ji bo meha Tebaxa 2025an eşkere kir.

Li gorî daneyên ku ji aliyê Wezareta Çand û Turîzmê ve hatine belavkirin, rêjeya bicîkirina tesîsên li bajêr ji sedî 50 derbas kir û di mehekê de zêdeyî 57 hezar geştyarên xwemalî û biyanî serdana bajarê Wanê kirin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku statîstîkên razanê yên tesîsên wekî otêl, otêla termal, pansiyon, apart otêl, tesîsên taybet, motel û kampan hatine bidestxistin.

Çend Kesî Serdana Wanê Kirin?

Di Tebaxa 2025an de, li gorî daneyên razanê yên tesîsên bi belge ku ji aliyê Wezaretê ve hatin eşkerekirin, bi giştî 57 hezar û 563 serdan li tesîsên Wanê hatin tomarkirin. Ji van serdanan, 25 hezar û 819 geştyar biyanî bûn, 31 hezar û 744 jî geştyarên xwemalî bûn.

Çend Şev Razan Pêk Hat?

Di Tebaxa 2025an de, li gorî raporên wezaretê, bi tevahî 112 hezar û 162 şev razan hatin qeyd kirin. Ji vê hejmarê, 54 hezar û 836 şev ji aliyê geştyarên biyanî ve, û 57 hezar û 326 şev jî ji aliyê geştyarên xwemalî ve hatin derbaskirin.

Rêjeyên Bicîkirinê

Rêjeya giştî ya Bicîkirina tesîsên bi onayê wezaretê di meha Tebaxê de ji sedî 51,98 hat ragihandin. Ji vê rêjeyê, ji sedî 25,42 ji aliyê mêvanên biyanî ve û ji sedî 26,57 jî ji aliyê mêvanên xwemalî ve pêk hat.

Dema Razana Navînî

Li Wanê, dema razana navînî ya geştyarên biyanî 2,12 roj, ya geştyarên xwemalî jî 1,81 roj hat tomarkirin. Dema razana navînî ya giştî jî 1,95 roj hat diyarkirin.