Jeffrey Epstein: Ez li bajarê Hewlêrê me li Kurdistanê

Jeffrey Epstein: Ez li bajarê Hewlêrê me li Kurdistanê

Feb 4, 2026 - 10:29
Jeffrey Epstein: Ez li bajarê Hewlêrê me li Kurdistanê
Jeffrey Epstein: Ez li bajarê Hewlêrê me li Kurdistanê

Navê Kurdistan û Hewlêrê di Dozgeha Jeffrey Epstein de

Di nav wê sê mîlyon û nîv belgeyên ku Wezareta Dadê ya Amerîkayê li ser dozgeha "Jeffrey Epstein" belav kirine, e-nameyek heye ku tê de navê Kurdistan û bajarê Hewlêrê hatiye gotin. E-name bi daxwaza Peter Mandelson, endamê Meclîsa Lordan a Brîtanyayê ve girêdayî ye, ku di dema serdanekê de ji bo Hewlêrê ji Epstein balafirek taybet xwestiye.

Li gorî belgeyan, di 16ê Tebaxa 2011an de, Peter Mandelson, ku wek şêwirmendê şîrketên Brîtanyayê li Iraqê kar dikir, e-nameyek ji Jeffrey Epstein re şandiye û tê de nivîsiye: "Ez li bajarê Hewlêrê me li Kurdistanê, tu dikarî balafirekê ji min re bişînî ku min ji vir derxîne?", di bersivê de Epstein tenê nivîsiye: "Niha?".

Ev zilam berê jî e-name ji Epstein re şandiye, di yek ji wan de jê re nivîsiye: "Ez li ku me tu bîra min dikî." Yanî ew hevalên hev bûn û pir caran hev didîtin.

Di yek din de jî Epstein jê xwestiye ku e-nameyên nehênî yên nav Hikûmeta Brîtanyayê jê re bişîne, ji ber ku di wê demê de, yanî salên 2007 heta 2010, ew wezîrê bazirganî û cîgirê serokwezîrê Brîtanyayê bûye.

Wî jî hemû e-nameyên xwe jê re şandine, mijarek hebû ku Epstein jê fam nekiribû, jê pirsîbû ew mijar çi ye? Wî jî di bersivê de hemû rave kiribûn.
Niha zextên mezin li Brîtanyayê hene ji bo ku ev kes ji posta xwe ya di Meclîsa Lordan a Brîtanyayê de were dûrxistin.

Ne hewce ye ku her kesê ku navê wî di van e-nameyan de heye, di karên xirab ên Epstein de tevlihev bûbe, ji ber ku ev kes dewlemend bû û gelek têkiliyên wî hebûn, di şahiyan de gelek kesan dîtiye, hin kes tenê digotin ew sermayedar e û dixwestin pê re biaxivin an jî pê re xwarinekê bixwin. Herwiha derbarê e-nameyan de jî hin ji wan tenê şîrove bûn di navbera wî û çend hevalên wî de, qala bûyerên wan demên berê dikin û ne hewce ye ku rast bin.

Dozgeha Jeffrey Epstein, sermayedarê Amerîkî yê koçkirî, ji ber tevliheviya wî di tawanên seksî de û têkiliyên wî yên berfireh bi serokên cîhanê re, cîhan hejandiye. Navên gelek kesayetiyên wek Donald Trump, Bill Clinton, Elon Musk û Bill Gates di nav belgeyan de hatine.