Li Almanyayê Kongreya Kurd - Cihûyan tê lidarxistin

Berlîn dê 7ê Îlonê mazûvaniyê ji Kongreyeke Kurd-Cihûyan re bike.

Aug 14, 2025 - 11:31
Aug 15, 2025 - 11:31
Li Almanyayê Kongreya Kurd - Cihûyan tê lidarxistin

Berlîna paytexta Almanyayê dê di meha Îlonê de ji Kongreyeke Kurd-Cihûyan re mazûvaniyê bike.

Hat ragihandin ku armanca kongreyê ew e ku “li dijî dijminatiya Kurd û Cihûyan a li Tirkiye, Îran û welatên Ereb gavên ji bo yekîtiyê bên avêtin.”

Berlîn dê 7ê Îlonê mazûvaniyê ji Kongreyeke Kurd-Cihûyan re bike.

Çalakî ji aliyê Înîsiyatîfa Nirxan a Cihû-Alman û Civaka Kurd a Almanyayê ve tê organîzekirin.

Her wiha hat ragihandin ku dê gelek kesayetên ji cîhana siyaset, zanist, civaka sivîl û medyayê beşdar bibin da ku li ser qadên têkoşîna hevpar û perspektîfên paşerojê gotûbêj bikin.

Li gorî daxuyaniya Înîsiyatîfa Nirxan a Cihû-Alman, rojevên sereke yên kongreyê dê ev bin:

“Dijminatiya Cihûyan, dijminatiya Kurdan û bihêzbûna îdeolojiyên îslamîst û neteweperest li gelek cihan, bi taybetî li Tirkiye, Îran û welatên Ereban.”

Kî dê beşdar bibin?

Li gorî DWyê, organîzatoran armancên kongreyê wekî “avakirina tifaqên nû li dijî van pirsgirêkan û hewldana hevpar a ji bo civakên bihêz, azadîxwaz û demokratîk” anîn ziman.

Hinek navên ku dê wekî axêver beşdarî Kongreya Kurd-Cihûyan bibin jî diyar bûn.

Li gorî vê yekê, Birêvebira Beşa Siyaset û Olê ya Konseya Navendî ya Cihûyên Almanyayê Shila Erlbaum, pispora tundrewiyê Rebecca Schonebach, nûnerek ji Balyozxaneya Îsraîlê ya li Berlînê û Serokê Civaka Kurd a Almanyayê Alî Ertan Toprak dê di kongreyê de gotaran pêşkêş bikin.

Her wiha hat ragihandin ku Misteşarê Parlamenteriyê yê Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê Christoph de Vries ku dê wekî nûnerê hikûmeta Almanyayê beşdar bibe jî dê gotarekê pêşkêş bike.