Almanya: Em dê alîkariya Îraqê bikin
Almanya: Em dê ji bo xweguncandina li hemberî guherîna avhewayê alîkariya Îraqê bikin
Wezareta Karên Derve ya Federal a Almanyayê ji Rûdawê re ragihand ku Îraq dikare dahata xwe ji çavkaniyên xwe yên xwezayî zêde bike, lewma welatê wan sala 2023yan alîkariyên mirovî rawestandiye.
Wezaretê da zanîn ku ew dê di paşerojê de di warên aborî, enerjiyê û mijara guherîna avhewayê de hevkariya xwe ya bi Îraq û Herêma Kurdistanê re bidomînin, lê ew dê "zêdetir" hewl bidin berpirsiyariyê radestî aliyê Îraqî bikin.
Wezareta Karên Derve ya Federal a Almanyayê, ji Rûdawê re ragihand ku li gorî wan rewşa Îraqê "baş bûye" û êdî pêdiviya wî welatî bi alîkariyên mirovî nemaye.
Wezaretê her wiha tekez kir ku Almanya dê wekî "hevkareke nêzîk" a Îraqê bimîne.
Li gorî Wezareta Karên Derve ya Almanyayê, ji dema têkbirina DAIŞê ve welatê wan bi awayekî berfireh bi rêya "alîkariyên mirovî, geşepêdanê û rêkarên ji bo aramiyê" alîkariya Îraq û Herêma Kurdistanê kiriye.
Di navbera salên 2014 û 2022yan de Hikûmeta Almanyayê ji bo alîkariyên mirovî 800 milyon Euro û ji bo aramiyê jî 2,6 milyar Euro li Îraqê xerc kiriye.
Berlînê her wiha projeyên çareseriya derûnî û civakî pêk anîne û alîkariya qurbanî û rizgarbûyên ji destê DAIŞê kiriye da ku bikaribin serpêhatiyên xwe yên dijwar derbas bikin.
Hevkariya Almanyayê ya ji bo Herêma Kurdistanê û Îraqê dê çawa be?
Derbarê hevkariya di pêşerojê de jî, Wezareta Federal got, "Niha Almanya di warê bipêşketinê de alîkariyê dide Îraqê û projeyên şaristanî pêş dixe.
Em dixwazin pêşketina aborî bilezînin û ewlehiya enerjiyê misoger bikin."
Li gorî Almanyayê guherînên avhewayê bûne metirsî li ser Îraqê.
Ji ber wê jî Wezareta Federal got ku ew ê ji bo xweragirtina li hemberî bandorên guherîna avhewayê alîkariya Îraqê bike.
Wekî ku Wezaretê daye zanîn, rêxistinên wekî Civaka Almanî ji bo Hevkariya Navneteweyî(GIZ) û Banka Krediyê ya ji bo Avakirinê (KfW) û rêxistinên sivîl û yên girêdayî dêrên Almanyayê dê li Îraqê di xebatên xwe de berdewam bin.
Li gorî Wezareta Federal, Hikûmeta Almanyayê dixwaze "hevkariyê pêş bixe" heta ku ew "hêdî hêdî berpirsiyariyê radestî dezgehên Îraqî bike".