Pirsgirêka Kurd Bi Îdeolojiyan Nayê Çareserkirin, Yekîtîya Neteweyî Rêya Çareseriyê Ye

Siyasetmedar Şamîl Teymurov: "Pirsgirêka Kurd Bi Îdeolojiyan Nayê Çareserkirin, Yekîtîya Neteweyî Rêya Çareseriyê Ye"

Dec 8, 2025 - 20:10
Dec 8, 2025 - 20:13
Pirsgirêka Kurd Bi Îdeolojiyan Nayê Çareserkirin, Yekîtîya Neteweyî Rêya Çareseriyê Ye
Siyasetmedar Şamîl Teymurov:

Siyasetmedarê Kurd Şamîl Teymurov, di analîzeke berfireh de bal kişand ser pirsgirêka neteweyî ya Kurd û ragihand ku çareseriya vê pirsgirêka dîrokî, cografî, çandî û siyasî bi tu îdeolojiyan re pêk nayê. 

Teymurov rexneyên tûnd li ser nêzîkatiyên îdeolojîk ên ku pirsgirêka neteweyî ya Kurd "di nav qalibên teng de dihêlin" kir.

Li gorî Teymurov, îdeolojî ne gelan, lê çînan esas digirin. Wî diyar kir ku nêzîkatiyên hin aliyên wekî "APO (Abdullah Ocalan) û Komara Tirkiyeyê" hewl didin ku Kurdan ji netewbûnê derxînin û wan bikin çîn, bi vê yekê jî dixwazin wan di nava dewleta Tirkiyeyê de bihelînin û asîmîle bikin.

Çima Îdeolojî Çareserî Nînin?

Teymurov sedemên ku çima pirsgirêka Kurd bi îdeolojiyan nayê çareserkirin bi pênc xalan ve rave kir:
Pirsgirêk Ne Îdeolojîk, Neteweyî-Dîrokî-Cografî Ye: Teymurov destnîşan kir ku sosyalîzm, komunîzm, îslamîzm û lîberalîzm hatin û çûn, lê koka pirsgirêka Kurd nehate çareserkirin. Ji ber ku mijar nasname, cografya û mafê çarenûsiya gelekî ye.

Îdeolojî Ne Gelan, Çînan Esas Digirin: Teymurov dinivîse, "Sosyalîzm dibêje 'yekîtiya çîna karkeran'; komunîzm dibêje 'netewe dihelin, çîn dimînin'; lîberalîzm dibêje 'takekes'." Lê belê, pirsgirêka Kurdan çîn nîne, netewe ye. Pirsgirêkên ax, ziman, çand, dîrok û nasnameyê bi gotinên çînî nayên çareserkirin.

Pirsgirêkên Neteweyî Her Dem Bi Hêza Rêxistinkirî ya Gel Tên Çareserkirin: Teymurov mînakên cîhanî wekî Polonya, Fînlandiya, Ermenistan, Çekya-Slovakya, dewletên Baltîk û gelên Balkanî anî ziman û tekez kir ku van neteweyan bi rêxistinbûna xwe ya neteweyî, yekîtiya daxwazên civakî û hişmendiya xwe ya neteweyî pirsgirêkên xwe çareser kirin, ne ku îdeolojiyek hat û li ser navê wan çareser kir.

Îdeolojî Pir Caran Yekîtiya Gel Parçe Dikin: Wî destnîşan kir ku di nav Kurdan de jî ev yek çêbûye; beşek sosyalîst, beşek îslamî, beşek lîberal bûye. Lê ya ku nayê guhertin ev e: bêyî yekîtiya neteweyî tiştek nayê çareserkirin.

Çareseriya Pirsgirêkên Neteweyî Bi Sê Bingehên Sereke Pêk Tê: Teymurov got ku ew bingeh ev in: hişmendiya neteweyî û dîrokî, parastina mafên cografîk, û rewabûna navneteweyî û temsîliya siyasî.

Mînakên Dîrokî yên Piştevaniya Teza Teymurov

Şamîl Teymurov, ji bo piştgiriya nêrîna xwe, vegotinek dîrokî ya 2700 salî ya Kurdan pêşkêş kir:
Hilweşîna Dewleta Med (612 B.Z.): Piştî hilweşîna Mediyan, Kurd di nav çar împaratoriyan de (Ahamenî, Selewkos, Roma, Partan) hatin dabeşkirin. Di wê demê de îdeolojiyek tune bû, lê pirsgirêk dîsa jî yek bû: cografya hat dabeşkirin, gel hat dabeşkirin, îradeya siyasî wenda bû.

Serdema Îslamî: Kurd bûn Misilman, lê çi guherî? Gelek dewletên Kurdî yên îslamî (Artuqî, Eyûbî, Xeznewî, Merwanî, Şedadî, Rewadî, Deysemî, Buweyhî) hebûn, lê ji ber ku Kurdan nekarîn navendek neteweyî ava bikin, tewra yekîtiya mezhebî jî pirsgirêk çareser nekir.

Serdema Osmanî-Safevî: Tevî ku hem Osmanî û hem jî Safevî Misilman bûn, Kurd di navbera her du dewletan de hatin dabeşkirin. Teymurov destnîşan kir ku îdeolojiyeke hevpar jî mafên cografî-siyasî garantî nekir, ji ber ku kêmasiya îradeya neteweyî hebû.

1800-1900: Yekem Tevgerên Îdeolojîk: Lîberalîzm, sosyalîzm, osmanîzm/panîslamîzm li seranserê cîhanê bilind bûn, lê yek ji wan ji Kurdan re nebû çareserî. Wî mînaka Şêx Ubeydullah da ku tevgera wî ne îdeolojîk, lê neteweyî bû û hema hema Kurdistan yek kir.

1900-1950: Îdeolojiyên Sosyalîst-Komunîst: Yekîtiya Sovyetê û partiyên komunîst ên herêmê bi salan Kurd bikar anîn, lê qet parastina dewleta Kurdî nekirin, mafên cografî nas nekirin û îradeya neteweyî qebûl nekirin. Teymurov destnîşan kir ku komunîzm ji ber ku armanca wê helandina neteweyan e, tu carî nikare ji Kurdan re çareseriyek neteweyî bîne.

1950-2000: Tevgerên Kurdî yên Modern: Di nav tevgerên Kurdî de xeta sosyalîst, îslamî, lîberal û neteweyî hemû hebûn, lê yek ji wan bi tena serê xwe çareserî derneket. Ji ber ku pirsgirêk îdeolojîk nîne, neteweyî ye.

Encama Teqez a Dîroka Kurd:

Şamîl Teymurov di encamnameya analîza xwe de got ku pirsgirêka Kurd bi sosyalîzm, komunîzm, lîberalîzm û îslamîzmê nayê çareserkirin. Ji ber ku îdeolojî demkî ne, lê mafên neteweyî dîrokî ne.
Wî da zanîn ku gelê Kurd tenê bi sê tiştan dikare çareseriyê bibîne:
Yekîtiya Neteweyî: Bernameyek neteweyî, ne îdeolojîk.
Statûya Cografî-Siyasî: Federal, xweser an serbixwe, li gorî şert û mercên heyî.
Rewabûna Navneteweyî: Bi dîplomasî, arşîv, dîrok, daneyên nifûs û cografyayê dosyaya neteweyî bihêzkirin.