Serok Barzanî pêşwaziyê li Sererkanê Iraqê kir
Serok Barzanî pêşwaziyê li Sererkanê Iraqê kir
Roja yekşemê 14ê Hezîrana 2026an, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li şandeke bilind a serbazî ya Iraqê ya bi serokatiya Ferîqê Yekem ê Rukin Ebdulnemîr Reşîd Yaralla, Sererkanê Iraqê kir.
Di hevdîtinê de ronahî xistin ser rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraqê û herêmê. Her wiha tekez li ser hevahengiya di navbera dezgeh û aliyên peywendîdar ên Iraqê û Herêma Kurdistanê de, ji bo parastina aramî, ewlehî û vejînê kirin.