Qasim E'recî: Lîjneyeke belge û rastiyan ya di derbarê êrîşên dronî de kom dikîn

Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê di derbarê serdana xwe ya Hewlêrê û civînên xwe yên bi saziyên emnî yên Herêma Kurdistanê de dibêje: lîjneyeke emnî ya hevbeş raspardeyan amade dikîn û pêşkêşî Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê dikîn.
Îro dûşem 28 ê tîrmeha 2025 Qasim E'recî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê ragihand, "lîjneya hevbeş karên xwe temam nekiriye, piştî temambûna karan, hemû endamên lîjneya hevbeş raspardeyan pêşkêşî Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdaran dikin."
Qasim E'recî got: "Lîjneya teknîkiya hevbeş, ji bo komkirina hemû belge û rastiyên di derbarê êrîşan de, li karên xwe de berdewamin."
Civîna Qasim E'recî û şanda pê re li Hewlêrê bi Rêber Ehmed Wezîrê Navxweya Herêma Kurdistanê û dezgehên emnî yên Herêma Kurdistanê re bû. Li gor Nivîsîngeha Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê, serdan û civîna wan bi rêkarên Mihemmed Şiya Sûdanî Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê bûye.
Qasim E'recî li civînan de tekez li ser wê yekê kiriye "Asayîşa Herêma Kurdistanê beşeke veneqetî ya li asayîşa Iraqe, dezgehên peywendîdar kar li ser şîroveyên zanyarîyên di derbarê êrîşan de dikin". Balkişandiye li ser wê yekê jî "Hemahengiya di navbera Hikûmeta Federalî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li vî derbarî de berdewam dibe."
Li vê mehê da zêdetirê 20 êrîşên dronî li ser navçeyên cûda cûda yên Herêma Kurdistanê hatine kirin ku beşek ji wan li kêlgehên neftî yên parêzgehên Hewlêr û Dihokê armanc girtine. Her îro du êrîşên dronî berî gihîştina şandê li ser tixûbê parêzgeha Hewlêrê hatine kirin û li gor Dije Terora Kurdistanê, "êrîşan de ziyanên canî nebûne."