Komîsyon: Me 250 hezar karmend pêwîste
Komîsyona Bilinda Serbixweya Hilbijartinên Iraqê dibêje: Ji bo ser sindoqên dengdanê ya roja dengdana hilbijartina Parlemena Iraqê, pêwîstiya wan bi 250 hezar karmendan heye.

Komîsyona Bilinda Serbixweya Hilbijartinên Iraqê dibêje: Ji bo ser sindoqên dengdanê ya roja dengdana hilbijartina Parlemena Iraqê, pêwîstiya wan bi 250 hezar karmendan heye.
Cumane Xelay Peyvdarê Komîsyona Bilinda Serbixweya Hilbijartinên Iraqê, îro yekşem 27 ê tîrmeha 2025 ragihand, komîsyonê pêwîstî bi 250 hezar karmendên ser sindoqên dengdanê heye.
Pêşkêşkirina daxwazkariyên ji bo bûna bi karmendê ser sindoqên dengdanê heta yekê meha 8 berdewam dibê û heta niha jî zêdetirê 750 hezar kes daxwaznameyê pêşkêş kirine.
Peyvdarê Komîsyonê got: Wekî jimareya destpêkî nêzîkî 8 hezar û 788 navendên dengdanê ji bo roja hilbijartinê hene, li hemû parêzgehên Iraqê jimareya wêstgehên dengdanê jî 40 hezar û 819 wêstgehin, lê belê ev e dawî nîne û dibe ku ev jimare bêne guhertin.
Li Iraqê nêzîkî 29 milyon kes mafên dengdanê heye, zêdetirê 21 milyon kes kartên biyometriya dengdanê heye û dikarin deng bidin.
Biryare hilbijartina Parlemena Iraqê li 11 ê tişrîna duyema îsal bê kirin. Parlemena Iraqê ji 329 kursiyan pêkhatiye 320 ji wan giştî û 9 ê din jî kotane.