Parêzgerê Kirmaşanê: Markaya Hespê Kurdî mulkê parêzgeha Kirmaşane
Parêzgerê Kirmaşanê dibêje: Markaya Hespê Kurdî mulkê parêzgeha Kirmaşane û pêwîste bê zîndî kirin. Her wiha dibêje: Bi xwedî kirin û perwerdekirina hespê Kurdî li warê aborî de jî dikarin sûd jê bibînin û dikarîn hawirdeya welatên hevsû û cîran û bi taybetî Herêma Kurdistanê bikîn.

Peywendiya Giştî yên Parêzgeha Kirmaşanê belavkiriye, Menûçehr Hebîbî Parêzgerê Kirmaşanê roja yekşemê li serdaneke xwe ya ji bo projeyeke bi xwedî kirin û perwerdekirina hespên Kurdî li bajar ragihand, hespê Kurdî bûye markayeke taybetî li parêzgehê û pêwîste bê zîndî kirin û pêş xistin.
Li gor gotina Parêzgerê Kirmaşanê, 12 hezar hesp li tixûbê Parêzgeha Kirmaşanê hene û dibêje: xwedî kirin û perwerdekirina hespên Kurdî li warê aborî de jî dikare sûd jê bê wergirtin. Ji bo wê yekê pêwîste bi zûtirîn dem ew kerte bê rêkxistin.
Menûçehr Hebîbî dibêje: "Ev kert dikarê sûdeke xwe ya aborî hebê û dikarê yarmetîder bê ji bo rexsandina helên kar. Her wiha dikare werzîşa parêzgehê li warê hespsiwarî û çoganê de ber bi pêş ve bibe. Em dikarîn henardeyê welatên cîran û bi taybetî Herêma Kurdistanê jî bikîn."