Kurdistaniyek Serkeftî Di Nava Futbola Amerîkî De

Kurdê Ji Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, Aram Vaisi, Serokê Sackan Ê Norwêcê Û Ber Bi Lîga Ewropayê Ve

Sep 16, 2025 - 11:01
Kurdistaniyek Serkeftî Di Nava Futbola Amerîkî De
Kurdistaniyek Serkeftî Di Nava Futbola Amerîkî De

Oslo - Norwêc: Aram Weysî (Aram Vaisi), lîstikvanê topapiyê an ku futbola Amerîkî yê Kurd e ku bi eslê xwe ji Sine (Sanandaj) ya Rojhilatê Kurdistanê ye û niha li Oslo, Norwêcê dijî, bi demsaleke awarte ya sala 2025an bal kişandiye ser xwe. Vaisi, ku di sala xwe ya duyemîn de wek berevaniyê de (defensive tackle) ji bo tîma Vålerenga Trolls dilîze, di vê demsalê de serkeftinên mezin bi dest xistiye.

Aram Vaisi bûye Serokê Sackan ê Norwêcê ji bo sala 2025an, di Şampiyoniya Neteweyî de sackek girîng bi dest xistiye, û cîhek di Tîma Neteweyî ya Norwêcê de qezenc kiriye. Herwiha, Vaisi derfet dît ku tevlî tîma Tyresö li Swêdê bibe ji bo play-offan. Bi vê tîmê re, ew gihîştine fînalên lîga Swêdê, ku ev astek bilindtir e ji lîga Norwêcê.

Li gel serkeftinên xwe yên werzîşî, Aram Vaisi di heman demê de xwendina xwe ya masterê di stratejiyên Rêveberiya Çavkaniyên Mirovan (HR) de didomîne û di sala xwe ya dawî de ye.

Armanca Vaisi ew e ku di futbola Amerîkî de her ku diçe bilindtir bibe û rojekê di Lîga Ewropayê de bilîze. Ew îlhama xwe ji lîstikvanên efsanewî mîna Ray Lewis û Lawrence Taylor digire, û eşkere dike ku evîna wî ji bo werzîşê ji zarokatiyê ve kûr e, û her dem ji ceribandina tiştên nû re vekirî bûye.

Aram Vaisi ji ciwanan re peyameke girîng dişîne û dibêje: "Ji bo her zehmetî û derfetê ku pêşiya we tê, vekirî bin – hûn qet nizanin kengê ew derfet dê careke din werin." Vaisi bi serkeftinên xwe yên di werzîşê de, wekî mînakek geş ji bo ciwanên Kurd û hemû lîstikvanên cîhanê derdikeve pêş.